Rojnameya El-Ereb: Civîna Bexdayê xizmeta Iraqê nake

Çavdêrên iraqî dibînin ku civîna Bexdayê bi awayekî zelal xizmeta Iraqê nekir, ji ber ku behsa serweriya Îranê li Iraqê û destwerdana dewleta Tirk li bakurê welêt nekir. Li gorî çavdêran, armanca civînê nêzîkkirina Îran-Siûdiyê bû.

Rojnameya El-Ereb: Civîna Bexdayê xizmeta Iraqê nake
29 tebax, 2021   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî civîna Bexdayê ku duh bi beşdarbûna serok û rayedarên welatên Ereban û yên navneteweyî hatî lidarxistin, rojnameya El-Ereb got:“Civîna ku welatiyên Iraqê bi hefteyan li bendê mabûn û hêviya wan ku aloziyên welêt bi rêya wê civînê çareser bibin, têk çûn. Nîqaşên di navbera beşdaran de têkildarî çareserkirina dozên herêmê û sivikkirina nakokiyên herêmî bû û Iraq ji wê civînê destvala derket."

Ya balkêş ew bû ku di civînê de lihevhatinên li ser asteke bilind di navbera mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî de, her wiha di navbera mîrê Qeterê û cîgirê serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm de, çêbûn. Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê mîr Feysel Bin Ferhan û hempîşeyê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebid El-Lehyan, nameyên aramkirinê dan hev.

Çavdêrên iraqî gotin dibe ku civînê xizmeta ajandeyên Kazimî ji bo mayîna li ser hikumê di dema pêş de bike, lê belê bi awayekî zelal xizmeta Iraqê nekir. Her wiha destnîşan kirin ku yên di civînê de axivîne, behsa aloziya ewlehiyê ya li Iraqê û xeteriya milîsan li ser têkiliyên derve yên Iraqê, serweriya Îranê ya ku her diçe zêde dibe û behsa destwerdana dewleta Tirk li bakurê Iraqê nekirin.

Çavdêran her wiha diyar kir ku Kazimî hewl da civînê bixe xizmeta Iraqê, lê wekî wî nebû û civîn veguherî hevdîtina ajandeyên derve yên ku armanc dikin nakokiyên di navbera Îranê û welatên Ereb ên derdorê de bi dawî bikin, nexasim bi sponseriya Fransayê.

Çavkaniyên iraqî jî desntîşan kirin ku armanca civînê ji destpêkê ve têkildarî nêzîkbûna Îran-Siûdiyê bû, ku yekemîn hevdîtinên wan li paytext Bexdayê pêk hat û gotin  ew ajande di radeya yekemîn de dikeve xizmeta Parîs û Tehranê.

(cx)