Welatiyekî ji Dêrikê herêma Siwêdîkê bedew dike

Şêniyê bi navê Ebdulcebar Teyî yê ji Dêrikê bi pereyên xwe hewl dide bi rêya gelek projeyan herêma Siwêdîkê ya tûrîzmê, bedew bike.

Welatiyekî ji Dêrikê herêma Siwêdîkê bedew dike
29 tebax, 2021   06:34
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kanî û cihên xwe yên tûrîzmê yên bedew navdar e, gelek şêniyên herêmê demên xweş li wê herêmê derbas dikin.

Lê ji bo gera li herêma Siwêdîkê gelek astengî hene, ji ber ku rêya sereke ya diçe wê herêmê ne baş e. Ji lew re xwediyên erebeyan di nava zeviyan re diçin.

Ebdulcebar Teyî yê ji Dêrikê barê sererstkirina hawiza kaniya avê ya li herêma Siwêdîkê, çandina daran û restorakirina rêya ber bi Siwêdîkê ve ya bi dirêjahiya 10 km, hilgirt ser xwe.

Di sererastkirina hawiza kaniya avê de gelek alavên giran dixebitin. Ebdulcebar Teyî têkildarî mijarê got got: "Em hawizê paqij dikin û niha em hawizê sererast dikin. Lê ji bo xweşikbûn û bedewbûna vê herêma tûrîzmî em ê avjengehan ava bikin û daran biçînin."

Ebdulcebar Teyî erêkirin ji Desteya Çandiniyê ya navçeya Dêrikê girt. Teyî wiha domand: "Em ê rêya ji Dêrikê heta bi herêma Siwêdîkê sererast û qîr bikin, li gel wê jî rê fireh bikin. Ji ber ku ev rêyeke tûrîzmê ye û şênî pir bi kar tînin. Dê qîrkirina rê sûdê li gelek gundên ku zehmetiyê dibînin, bike."

Ebdulcebar Teyî destnîşan kir ku wî ji bo xizmetkirina nifşên nû û gelê herêmê dest bi vê însiyatîfê kir û ev tişt got: "Tiştê min kiriye û dikim ji bo xizmeta gel e."

Ebdulcebar Teyç di 15’ê Tebaxê de dest bi projeya xwe kir û tê payîn ku ev proje heta mehekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA