Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir

Duh li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi dirûşmeya "Mûzîk zimanê gelan e" 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê ya mûzik û stranan dest pê kir.

Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir
Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir
Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir
Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir
Li Tebqaya 2`yemîn Mîhrîcana Resenî û Folklorê dest pê kir
29 tebax, 2021   06:38
TEBQA

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê piştî mehek ji perwerdeyê, duh bi dirûşmeya "Mûzîk zimanê gelan e" mîhrîcan da destpêkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û jinên ciwan beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodex mîhrîcan li gelê herêmê pîroz kir û got: "Ev mîhrîcan nûnertiya folklor û reseniya hemû pêkhateyan dike."

Di mîhrîcanê de komên beşdar bûne, stran bi zimanê erebî û kurdê pêşkêş kirin.

Koma Beyt El-Esîl, koma Tebqa, koma Reqa, koma Dêrazor, koma folklora gelêrî, koma Diret El-Firat, stranbêj Serdar Şerîf û Raman Mihemed beşdarî roja yekemîn ji mîhrîcanê bûn.

Di dawiya roja yekemîn ji mîhrîcanê Meclisa Rêveber a Tebqa, navenda Çand û Hunerê ya Tebqa û Cirniyê hatin xelatkirin.

Roja duyemîn ji mîhrîcanê dê li bajarokê El-Mensûra yê rojhilatê Tebqayê were lidarxistin.

Mîhrîcan dê 4 rojan dewam bike. Roja 3`emîn jî wê li bajarokê El-Cirniye be û roja dawî jî wê li bajarokê El-Siwêdiyê be.

(bx)

ANHA