Jinên Reqa û Dêrazorê: Êrişên li ser herêmê bi erêkirina navneteweyî pêk tên

Jinên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina navneteweyî û bi armanca têkbirina destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, pêk tên.

Jinên Reqa û Dêrazorê: Êrişên li ser herêmê bi erêkirina navneteweyî pêk tên
29 tebax, 2021   05:58
REQA

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yê li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û sivîlan hedef digire.

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi van êrişan hewl dide destkeftiyên hatine bidestxistin têk bibe û timayên împaratoriya Osmanî pêk bîne.

Endama Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Bajarê Reqa Tesnîm Necar jî diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe dubar dike da ku armancên împaratoriya Osmanî pêk bîne."

Tesnîm Necar da zanîn ku serkeftin û destkeftiyên bi pêşengiya jinan li herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk ditirsîne û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wê yên mêtîngeriyê ye û ji lew re her tim êriş dike.”

Tesnîm destnîşan kir ku ev êriş nikarin wan zeîf bike, lê belê israra wan a li ser berdewamkirina rêya têkoşînê zêdetir dike û wiha dewam kir: "Hemû pêkhate û gel xwe dispêrin projeya me, ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide vê projeyê û bi taybet vîna jinan derbe bike."

ꞌÊRIRŞ BI ERÊKIRINEKE NAVNETEWEYÎ PÊK TÊNꞌ

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê Fatima Salim jî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kir û ev pirs kir: "Gelo çima ewqas sûc li dijî herêmên me pêk tê û çima li hemberî van êrişan ev bêdengî heye? Bi êrişkirina van herêman sînor derbas kirin."

Fatima îşaret pê kir ku ev êriş bi erêkirina navneteweyî pêk tên ku û wiha dewma kir: “Ev jî tê wateya ku mafên êrişkirin, guhartina demografiya herêmê û tunekirina nasnameya gel didin dewleta Tirk.”

Fatima di dawiyê de got ew ê heta misogerkirina serkeftin, rizgarkirina erdê dagirkirî û bidawîkirina sûcên dewleta Tirk li qadan bin.

ꞌEM Ê ÊRIŞAN TÊK BIBINꞌ

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya ya herêma Kesrat a li gundewarê rojavayê Dêrazorê Hiyam Ehmed jî wiha axivî: "Bi hevgirtina xwe em ê vê qonaxê derbas bikin û bi ked û xebatê xwe em ê planên mêtîngeriyê têk bibin."

Di dawiya axaftina xwe de Hiyam wiha got: "Bi ronesansa jinan dê berxwedaneke bêhempa derkeve pêş û van êrişên li dijî herêmên me têk bibe. Em ê li ber xwe bidin û siyasta paşketinê ya qirêj a ku dewleta Tirk li dijî jinan û herêmê pêk tîne, derbas bikin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M734km58SFs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>