Endamên Kongreya Star û TEV-DEM: Divê berxwedana gelan li dijî tecrîbê xurttir bibe

Endamên Kongreya Star û TEV-DEM’ê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku her ku asta têkoşîn û berxwedana gelan bilind dibe, dewleta Tirk tecrîdê girantir dike, lewra divê gel li hemberî hêzên hegamon ku dixwazin şoreşa gelan têk bibin, berxwedana xwe geş bikin.

Endamên Kongreya Star û TEV-DEM: Divê berxwedana gelan li dijî tecrîbê xurttir bibe
29 tebax, 2021   02:01
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

22 sal di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe û dewleta Tirk roj bi roj tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dike.

Endamên Kongreya Star û TEV-DEM’ê li hemberî tecrîdê bertekên xwe anîn ser ziman.

`HÊZÊN HEGAMON DIXWAZIN ŞOREŞA GELAN TÊK BIBIN`

/kr/uploads/files/2021/08/28/200118_dsc_0077.webp

Endama Rêveberiya Kongreya Star Ibtîsam El-Hisên diyar kir ku girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bandorê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha axivî: “Gelê Şengalê û yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta berxwedan û tekoşîna xwe bilind dike, wê demê jî dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike.”

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de der barê gefên li ser êzidiyan de hişyariyên li ser pêkanîna komkujiyan kiribûn, bi taybet li ser Şengalê.

Ibtîsam da xuyakirin ku divê gel li hemberî hêzên hegamon ku dixwazin şoreşa gelan têk bibin, xwe bi rêxistin bike, hêzên hegemon destwerdana hemû Rojhilata Navîn dikin. Ew hêz bi hemû rêbazan sivîlan dikin hedef û pîvanên mafên mirovan binpê dikin û ev kiryar hemû bi destê dewleta Tirk a dagirker tê kirin.

`DA KU NEHÊLIN RAMANÊN RÊBER OCALAN BELAV BIBIN HEVDÎTINÊ ASTENG DIKE`

/kr/uploads/files/2021/08/28/200132_dsc_0080.webp

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Şero da xuyakirin ku mebesta ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan qutkirina kesayeta wî ji civakê, her wiha bêdengkirina civakê ye û got: “Tecrîda li ser rêber Apo qutkirina aştiyê ye, lê tevî wê rêber Apo karîbû di hundirê zindanê de projeyên xwe yê aştiyê, dengê biratiya gelan, projeyên paradîgmaya demokratîk bigihîne hemû gelan. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dît ku bandora nerînên rêber Apo li ser civakê heye, hemû hewldanên xwe kirin ku wan nerînan qut bike û di dawiyê de rê li ber hevdîtinên rêber Ocalan girt.”

Ji 7`ê Tebaxa 2019`an ve serlêdanên parêzerên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo hevdîtinê bê bersiv dimînin.

Şero diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Rojavayê Kurdistanê ye û wiha dom kir: “Lê civak li ser fikirên rêber Apo hatiye perwerdekirin lewma karîbû li ber xwe bide. Karîbû xwe li ser fikirên rêber Apo bi rêxistin bike.”

` DEWLETA TIRK JI VÎ SÛCÎ XELAS NABE`

Şero da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan guh li mafê mirovan nake û got: “Ji ber vê yekê divê gelê Rojava xwe ji hemû aliyan ve hazir bike, siyasetên ku li dijî wî pûç bike û xebatê bide meşandin.”

Şero li ser xetereya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan jî got: “Heke tiştek bi rêber Apo bê jî ew ê dewleta Tirk ji vî sûcî xelas nebe, ya herî baş bi rêbazên siyasî û aştiyane nêzî gelên Kurd û rêber Apo bibin.”

Têkildarî şikandina tecrîdê Şêro Şero da zanîn ku slogana wan a domdar `Berxwedan jiyan e` û berxwedana li zindanan pîroz kir û wiha dewam kir: “Berxwedana li zindanan, berxwedaneke dîrokî ye. Bê çawa dîwarê tirsê bi fîşeka yekemîn a şehîd Egîd hat şikandin, ew ê dîwarê tecrîda li dijî rêber Ocalan bi rêya berxwedana zindanan û serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê têk biçe.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sN0xRBPiPco" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>