​​​​​​​Panorama hefteyê: Ji ber teqînan rewşa Efganistanê bigirêktir dibe

Li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê tevgereke siyasî û civakî heye û hemwextî vê yekê tê payîn ku li Derayê rageşiyek çêbibe. Di heman demê de teqînên li balafirgeha Kabulê aloziya Efganistanê dijwartir kir, li aliyekî din aloziya avakirina hikumeta Lubnanê hîn jî berdewam dike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Ji ber teqînan rewşa Efganistanê bigirêktir dibe
29 tebax, 2021   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteyê derbasbûyî behsa bi rewşa başûrê Sûriyê, geşedanên li Efganistanê û aloziya Lubnanê kirin.

 ‘LI SIWÊDAYÊ PIŞTÎ KONGREYA SIYASÎ PARÇEBÛN ÇÊBÛ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa başûrê Sûriyê kir û wiha nivîsî: “Bi sernavê 'Başûrê Sûriyê û nêrîna çareseriya siyasî ji bo Sûriyê' û li ser vexwendina Partiya Lîwa Sûrî ya ku vê dawiyê li Siwêdayê hatiye avakirin, kesayetên siyasî û sivîl li Siwêdayê civînek li dar xist. Di civînê de rewşa Dera û Siwêdayê û pêşeroja xebatên siyasî li Sûriyê hatin nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku kongreya Sûriyê ya yekemîn li Siwêdayê li hundirê Sûriyê tê lidarxistin û behsa çûyîna desthilata heyî û pêkanîna biryara 2254’an dike.

“Tora Siwêdayê” li ser Facebookê beriya du rojan da zanîn ku beşdarên civînê, rewşa jiyanî û tevliheviya ewlehiyê li parêzgeha Siwêdayê nîqaş kiriye û hikumeta Sûriyê ji rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya xirab li Siwêdayê û parêzgehên din ên Sûriyê, berpirsiyar nîşan da. Her wiha piştrast kirin ku Sûriye ketiye destê dewletên din, ji ber ku ji herêmên berava Sûriyê tenê ji sedî 17 di bin serweriya hikumeta Sûriyê de maye, beşa din jî Rûsya û Îranê di nava xwe de dabeş kiriye. Her wiha diyar kirin ku Îranê gelek erdên li Siwêdayê kirine û li naverasta bajêr bi sponseriya balyozxaneya Îranê gelek bircên çavdêriyê danîne.

Beşdaran her wiha topbarana domdar û dorpêça mîlîsên Îranê ji parêzgeha Derayê re red kirin û piştrast kirin ku ger Dera El-Beled ji aliyê Îranê ve bê dagirkirin, dê teqez piştre berê xwe bidin Siwêdayê. Her wiha teqezî bi guhertina desthilatê bi rêbazên aştiyane û pêkanîna biryara 2254’an kirin.

Nivîskar û lêkolîner Cemal El-Şofî yê ji Siwêdayê ji rojnameyê re got: “Nêrînên li Siwêdayê der barê civîna hatiye lidarxistin de, ji hev cuda bûn. Hinekan civîn erênî nirxand, hinekan jî ajandeyên projeyê û kesayetên propagandaya wê dikin, red kirin.”

El-Şofî wiha domand: “Parçebûn ji ber aliyên derve ku piştgiriyê didin Partiya Lîwa Sûrî çêbû, her wiha ji ber ku ew partî fikreya rêveberiya xweser li Siwêdayê qebûl dike, rêjeyeke mezin li Siwêdayê wê yekê red dike. Lê belê hinek piştgiriyê didinê û wekî rêya rizgariya Siwêdayê dibînin. Heta roja îro tu gavên pratîk ên projeyeke cidî li ser erdê, nehatin avêtin.”

 ‘GEFÊN TERORÊ REWŞA EFGANISTANÊ BI GIRÊKTIR DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Efganistanê kir û wiha da zanîn: “Pêncşemê, Pentegonê ragihand ku li balafirgeha paytexta Efganistanê Kabulê teqînek pêk hatiye. Hikumetên welatên rojavayî hişyarî dabû ku dibe li balafirgeha Kabulê ku bûye rêya yekane ya derketina ji Efgansitanê, êrişên terorî pêk bên.

Berdevkê Pentegonê John Kirby li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku teqîna li nêzî dergeha Abî ya balafirgeha Kabulê di encama êrişekê de pêk hatiye û gelek kuştî û birîndar hene. Her wiha destnîşan kir ku di nava qurbaniyên teqînê de leşkerên amerîkî jî hene.

Çavkaniyekî din ji hikumeta Amerîkayê ragihand ku hikumet lêpirsîna derbarê teqînê de deam dike, lê hemû nîşane îsbat dikin ku DAIŞ-Eyaleta Xurasanê pêk aniye.

Şaxê DAIŞ`ê li Efganistanê ku bi “DAIŞ Xurasan” tê nasîn, wekî çavkaniya êriş û gefên terorî tê dîtin û metirsî hene ku ew kom tevliheviya li balafirgehê bi kar bîne û hêzên biyanî û sivîlên bêguneh bike hedef.”

 ‘HIKUMETA LUBNANÊ Û HEWLDANÊN AVAKIRINÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di demekê de ku çavê her kesî  li koşka Bîebeda ye, da ku encamên hewldanên serokê ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin Necîb Mîqatî bibînin, hate ragihandin ku hevdîtina Mîqatî û serokê Lubnanê Ewn hatiye taloqkirin.

Li gorî agahiyan, Mîqatî di erka xwe de bi israr e da ku hikumetekê li gorî pêvajoyê ava bike, lê ne dûr e ku ew jî lêborînê bixwaze.”