Çeteyên dewleta Tirk qaçaqçiyek li Girê Spî kuşt

Li gorî çavkaniyên herêmê yên ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî, çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk bi sedema nakokiyên madî qaçaqciyekî ku mirovan derbasî aliyê din ê sînor dike, kuşt.

Çeteyên dewleta Tirk qaçaqçiyek li Girê Spî kuşt
28 tebax, 2021   20:34
EYN ÎSA

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk bi sedema pereyan gule li welatiyê bi navê Mihemed Şekam ê ji gundê Zêydê yê girêdayî navçeya Silûk ê gundewarê rojhilatê kantona Girê Spî reşand û di encamê de kuşt.

Çavkanî eşkere kir ku Mihemed Şekam bi alîkariya çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk welatiyên sûrî derbasî Tirkiyê dikirin.

Beriya demekê, ajansa me nakokiya di nava çeteyên Cebhet El-Şamiyê û qaçaqiyê bi navê Ebdullah El-Herdo de li kantona Girê Spî ya dagirkirî şopand, bi wê re xuya dibe ku destê çeteyan bi qaçaqçiya mirovan heye.

(eh)

ANHA