​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê îro 18 şehîdên ku di meha Tebaxê de li dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsiyê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
28 tebax, 2021   11:50
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan û nûnerên meclisên leşkerî û sivîl tev li merasîmê bûn û 18 şehîdên meha Tebaxê ku li dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Merasîm li Hola Siyahî ya li bakurê navçeyê li dar ket.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Medye Xelîl axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan rêveberiyeke demokratîk li herêmê ava bû û DAIŞ tune bû.

Medya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide projeya demokratîk û biratiya gelan a herêmê têk bibe. Ji ber wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê topbaran dike.

Medya bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

Paşê sînevîzyonek li ser bîranîna şehîdên meha Tebaxê hat pêşandan û di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(dm)

ANHA