Şêniyên Reqayê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir

Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnera me ye" meşek organîze kir û banga naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şêniyên Reqayê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir
28 tebax, 2021   11:40
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û şêniyên Tebqayê tev li meşê bûn.

Girseya gel li têketina Pira Kevn a Reqayê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Reqayê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sedema sereke ya aloziya Sûriyê hişmendiya zordest a hikumeta Şamê ye û hat diyarkirin ku hikumeta Şamê berpirsa aloziyê û parçekirina tevna civakî ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye. Hêzên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya jiyana hevbeş ev alozî derbas kir û ji nakokiyên taîfî û etnîk dûr ketin. Her wiha rêveberiyên sivîl, leşkerî û siyasî yên hevbeş ava kirin û komên tundraw ên mîna DAIŞ`ê ji herêmê derxistin. Ji bo hemû sûriyan bû hêvî. Projeya Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew tovê çareseriya aloziya Sûriyê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê û hemû dewletên têkildarî aloziya Sûriyê hat kirin ku Rêveberiya Xweser wek rêveberiyekê ku hêviyên gelê Sûriyê temsîl dike, nas bikin.

Her wiha hat piştrastkirin ku Rêveberiya Xweser hemû hewldanên parçekirina Sûriyê red dike.

Di dawiyê de wiha hate gotin: “Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike. Divê ew tev li hemû dan û standinên çareserkirina aloziya Sûriyê bibe. Bêyî nûnerên gelê Sûriyê aloziya Sûriyê çareser nabe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mIqhnkAF5dA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>