Kazimî di civîna li Bexdayê de: Divê têkoşîna li dijî terorê bidome

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna li Bexdayê de got divê têkoşîn û şerê li dijî terorê dewam bike.

Kazimî di civîna li Bexdayê de: Divê têkoşîna li dijî terorê bidome
28 tebax, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got: “Em qebûl nakin ku Iraq bibe jêdera gefan. Ji bo ku teror bi temamî were tunekirin, divê çavkaniyên wê werin tunekirin.”

Îro gelek serokên dewletên Ereban û yên biyanî  gihaştin Iraqê da ku tev li civîna li Bexdayê bibin. Hemwextî wê civînek di navbera Iraq, Îmarat, Misir û Qeterê de li dar ket.

Tê payîn ku di civînê de gelek dozên ewlehî, siyasî û aborî werin nîqaşkirin.

 (dm)