şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya ciwanên şoreşger meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
şêniyên Helebê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
27 tebax, 2021   20:23
HELEB

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi beşdariya bi sedan welatiyan meşek orgenîze kir.

/ar/uploads/files/2021/08/27/192022_aysa-mstfa.webp

Meş ji pêşiya navenda Ciwanan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Beşdaran heta kolana 15 meşiyan û berxwedana şervanên berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hemberî dewleta Tirk silav kir.

/ar/uploads/files/2021/08/27/192039_maya-wqas.webp

meş li çerxerêya Şehîd Gulê Selmo veguherî mîtîngê û piştre endamê Meclisa Taxa Rûbar Qamişlo Îsa Mistefa û endama Tevgera Jinên Ciwan Maye Weqas axivîn.

Kesên axivîne berxwedana şervanên QSD`ê ya di çeperên berxwedanê de silav kir.

Her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

(eh)