​​​​​​​Ruxmî êrişan jî êzidî vedigerin Şengalê

Pêla vegera li Şengalê ya di Hezîrana sala borî de dest pê kiribû, dewam dike û gelek malbatên şengalî ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin malên xwe.

​​​​​​​Ruxmî êrişan jî êzidî vedigerin Şengalê
28 tebax, 2021   01:55
ŞENGAL

Çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxê de bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir û li dijî bi hezaran êzidiyan komkujî pêk anîn û bi hezaran kes ku piraniya wan jin bûn, revandin.

Ji ber êrişên DAIŞ`ê bi deh hezaran malbatên êzidî ji warên xwe ber bi Rojava û herêmên Başûrê Kurdistanê ve koçber bûn û li kampan bi cih bûn.

Gelek malbat ji kampan derketin û vegerîn Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê, welatiyên vedigerin, pêşwazî dike û ji wan re dibe alîkar.

Li gorî şêniyên Şengalê rojane 5 heta 10 malbat ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin û li gundên xwe yên li bakur û başûrê çiyayê Şengalê bi cih dibin. Lê dewleta Tirk bi hemû rêbazan naxwaze şênî vegerin Şengalê ji ber wê her tim êrişî Şengalê dike.

Şengaliyên ku vegerîna malên xwe yên li navçeya Xanesorê, got ew bi vegerê gelek kêfxweş in.

Feqîr Ilyas ê ji şêniyên Xanesorê ji Îlona 2020`an ve vegeriya mala xwe. Ilyas bang li şengaliyên di kampan de kir ku vegerin Şengalê û wê ji nû ve ava bikin. Ilyas got: “Dema em şêniyan li ser xaka xwe dibînin em gelekî şad dibin.”

Di 16`ê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk a dagirker erebeya yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen li sûka kevn a li naverasta Şengalê kir hedef. Di encamê de Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda ku şervanê YBŞ`ê bû, şehîd bûn. Piştî wê bi rojekê di 17`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya gundê Sikeniyê topbaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn.

Berdevkê Komîteya Pêşwazîkirina Penaberan a Meclisa Şengalê Ebdo Şukur ji ajansa me re axivîbû û gotibû vegera êzidiyan ji Şengalê re bersiva herî xurt a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Şukur diyar kiribû ku dewleta Tirk li ser şopa pêşiyên xwe yên Osmanî komkujiyan li dijî êzidiyan pêk tîne û hemû hicetên wê ne rast in ku êrişên xwe yên li dijî Şengalê pê rewa dike, lê belê ew ji vîna êzidiyan, birêxistinbûna wan ditirse û dixwaze dîrok û çanda wan tune bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yZwMsDNBOUo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>