Şêxê eşîra Sade: Bi yekitiya niştimanî em ê aramiyê misoger bikin

Şêx Elledîn şêx Ehmed diyar kir ku pêwîstiya qonaxê bi yekitiya niştimanî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ji ber rêya yekane ya misogerkirina aramiyê ye.

Şêxê eşîra Sade: Bi yekitiya niştimanî em ê aramiyê misoger bikin
28 tebax, 2021   03:01
QAMIŞLO -RÊNAS REMO

Di pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku deh sal li pey xwe hiştiye, her tim aliyên derve û hêzên herêmî hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û fitneyan di navbera Kurd û Ereban de derxin, nexasim ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir û hêzeke leşkerî jî damezrand ku herêm ji terorîstan rizgar kir û xaka Sûriyê diparêze.

Şêxê eşîra Sade yê herêma Cizîrê Elledîn Şêx Ehmed got, ji beriya sedan sal ve Kurd û Erebên herêma Cizîrê di hemû qadên civakî, aborî û siyasî de bi hev re dijîn û bi destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yekitiya Kurd û Ereban pêşket.

Şêx Ehmed îşaret pê kir ku hêzên derve û herêmî her tim hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û fitneyan di navbera Kurd û Ereban de derxin û wiha dewam kir: "Divê gelê herêmê xeteriya planên derve, nexasim xeteriya dewleta Tirk a dagirker nas bike, her wiha zanibin ku yekitiya Kurd, Ereb û Suryaniyan rêya yekane ya garantiye ewlehiyê ye."

Şêx Elledîn Şêx Ehmed got, çawa gelê herêmê yekitiya xwe ava kir divê partiyên siyasî yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin, nexasim di vê qonaxa  xeter de ku rejîma Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

ꞌYEKITIYA PÊKHATEYAN YEKITIYA SÛRIYÊ PARASTꞌ

Şêxê eşîra Sade diyar kir ku YPG, YPJ û QSD'ê ku hemû pêkhate tê de cihê xwe digirin bi yekitiya xwe çeteyên DAIŞ'ê têk birin û yekitiya xaka Sûriyê parast û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Yekitiya Kurd û Erban rêya yekane ya garantiya ewlehî û parastina destkeftiyên  şoreşê ye ku di oxira wê de bi hezaran şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryaniyan canên xwe feda kirin. Li hemberî planên Tirkiyê divê ev yekitî."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rXDBBTyyPoU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>