'Bennett dê ji Biden bixwaze ku hêzên DYA’yê ji Iraq û Sûriyê nekişîne'

Rayedarekî Îsraîlê eşkere kir ku Bennett dê ji serokê DYA’yê Joe Biden bixwaze ku hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê venekişîne. Tê payîn ku serokwezîrê Îsralê pêşniyar bike ku hevalbendiyeke herêmî were avakirin ku ji Îsraîl û dewletên Ereban pêk tê.

'Bennett dê ji Biden bixwaze ku hêzên DYA’yê ji Iraq û Sûriyê nekişîne'
27 tebax, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden re li Koşka Spî dicive. Rayedarekî payebilind ê Îsraîlê ji malpera Walla ya Îsraîlê re got: “Tê payîn ku Bennett ji Biden bixwaze ku hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê venekişîne. Ji ber ku vekişîn ji bo berjewendiya Îranê ye. Doza hêzên DYA’yê yên li Iraqê gelekî girîng e.”

Ji dema kuştina fermandarên Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî bi destê DYA`ê di Çileya 2020`an de, komên îranî û şîe zextê li hikumeta Iraqê dikin ku hêzên DYA’yê ji Iraqê derxe.

Her wiha Bennett dê ji Biden re pêşniyar bike ku hevabendiyeke herêmî were avakirin ku ji Îsraîl û dewletên Ereban ên ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re baş kirine, pêk tê. Rayedarek Îsraîlê diyar kir ku mîna vê hevalbendiyê dê li pêşiya Îranê û timayên wê bigire ku dixwaze herêmê kontrol bike. Tê payîn ku Bennett şîret bike ku tîmeke Îsraîl-DYA’yê ya hevbeş were avakirin da ku bi doza Îranê re bide û bistîne.

(şx)