Li Efrîna dagirkirî çeteyan îşkence li pîrejinekê kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê kantona Efrînê ya dagirkirî, îşkence li pîrejineke kir. Hate zanîn ku pîrejinê daxwaza mala xwe ya desteserkirî kiriye.

Li Efrîna dagirkirî çeteyan îşkence li pîrejinekê kir
27 tebax, 2021   10:56
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku komeke kesên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji bajarokê Incarê yê rojavayê Helebê li pîrejineke Kurd da, ji ber ku daxwaza mala xwe kir ku çeteyan desteser kiriye.

Li gorî heman çavkaniyê jina bi navê Leyla Hec Mehmûd ji şêniyên gundê Cûqê ye.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku Leyla di 26`ê Tebaxê de çûye mala xwe û ji kesên tê de xwest derkevin, lê wan li wê da û ji gund qewitand.

Ruxmî van sûcên domdar , lê rêveberên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) propagandayê dikin ku li gel hebûna dagirkeriyê koçberên Efrînê vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA