​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û ji bo ku roja duşemê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
27 tebax, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo ku roja duşemê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serlêdan kir.