'Divê em li hemberî dewleta Tirk hevgirtina xwe xurt bikin'

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid got, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ya parastina cewherî xurt bike û xwe nespêre aliyên derve.

'Divê em li hemberî dewleta Tirk hevgirtina xwe xurt bikin'
27 tebax, 2021   05:32
TEBQA

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan zêde dibin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid got, dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bikaranîna çekên giran û balafirên bêmirov dixwaze herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike û demografiya herêmê biguhere.

Şêx El-Reşid diyar kir ku kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker tevahî gelên herêmê bihêrs dike. Şêx Hisên El-Raşid her wiha bêdengiya Rûsya "Garantor" ya li hemberî van êrişan şermezar kir.

El-Raşid îşaret pê kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bispêrin hêza xwe û wiha domand: "Divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê demê de xwe ne spêrin tu hêzên derve da ku aştî û ewlehiya herêmê xwe misoger bikin. Her wiha divê di aliyê hundirîn de hevgirtina xwe xurt bikin."

El-Raşid destnîşan ku divê hemû beşên civakê berpirsyartiya xwe bi cih bînin û li hemberî dagirkeriya Tirk yek bin û got: "Li hemberî dewleta Tirk a faşîst a ku dixwaze xaka me dagir bikeve, divê em amade bin û bibin yek. Divê em herêmên xwe ber bi ewlehiyê ve bibin û azadî û destkeftiyên xwe biparêzin."

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û dewletên ereban kir ku erka xwe pêk bînin, çareseriyeke guncaw bibînin û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû xaka Sûriyê, rawestîne.

(bx)

ANHA