‘Armanc ji êrişên dagirkeriya Tirk têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye’

Rûspiyên eşîrên herêma Rojhilat da zanîn ku eşîrên herêmê û pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb û Suryan amade ne li hember êrişên dewleta Tirk ku dixwaze aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, bisekinin.

‘Armanc ji êrişên dagirkeriya Tirk têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye’
26 tebax, 2021   04:15
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH

Di van rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirin. Êrişên dagirkeriyê li dijî sivîlan di navde jin, zarok, nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyan pêk hatin. Li hember vê yekê jî civaka navneteweyî nexasim dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê, bê deng in.

Şêx û rûspiyên herêma rojhilat topbarana dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîl û nexweşxanayan, şermezar kir.

/kr/uploads/files/2021/08/25/194217_-.webp

Têkildarî vê yekê, koordînatorê Giştî yê Meclisa Rûsiyên Herêma Rojhilat Hewas Cidêi wiha got: "Armanca dewleta ji êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha koçberkirina şêniyan û guhartina demografîk bi rêya bicihkirina çete û terorîstan li wan herêman e."

Cidêi destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî nexasim NY`yê û Meclisa Ewlehiyê, helwesta Rûsya û Amerîkayê erêkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên tê de sivîl hene, êrêkirina li dijî nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyan e.

Cidêi wiha domand: "Helwesta Rûsya û Amerîka ji aliyê destekdayîna ji topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê re bi guman e. Ji ber dewleta Tirk nikare bêyî agahdarkirina Rûsya û Amerîka û diyarkirina cihê topbaranê, tu deverê topbaran bike."

Cidêi li ser navê Meclisa Rûspiyên Herêma Rojhilat bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi yekitî li hember êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, bisekinin.

Cidêi bang li hemû partiyên kurdî kir ku dûrî berjewendiyên partiyan ên şexsî ku xizmeta herêmê û gel nakin bin û ev tişt anî ziman: "Divê partî yekrêziya xwe ava bikin û xurt bikin. Ji ber êrişên dewleta Tirk ne li dijî eşîre yan partiyekê ne, lê belê armanca wan qirkirina gelê Kurd û dagirkirina herêmê ye."

Cidêi îşaret bi pêvajoya dijwar a di ser herêmê re derbas dibe kir û wiha pê de çû: ""Ev pêvajoyeke zehmet e ku herêm tê re derbas dibe û ji bo gelê Kurd pêvajoya çarenûsê ye. Neyekitiya Kurd û pêkhateyên li herêmê dê bi xwe re karesatekê li dijî tevahiyan bîne."

Cidêi wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes bi erka xwe ya parastina destkeftiyên ku bi saya bi deh hezaran şehîd û birîndaran pêk hatine, rabe."

/kr/uploads/files/2021/08/25/194152_-.webp

Li aliyekî din jî nûnerê pêkhateyên Ereb ê Meclisa Rûsiyên Eşîreyên Herêma Rojhilat Ehmed El-Şamî ev tişt got: "Êrişên û binpêkirinên dewleta Tirk gefan li tevahî herêmê, dixwin."

El-Şamî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û li hember gefên dewleta Tirk û topbarana wê, bi hêz in. Dê her tim berxwedan li hember sûcên dewleta Tirk ku dixwaze aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, armanca me be."

El-Şamî wiha domand: "Divê Koalisyona Navneteweyî destekê bide gel û pêkhateyên herêmê da ku li hember gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bisekinin."

 ‘EM Ê BI HÊZÊN XWE RE BIBIN YEK ‘

El-Şamî piştrast kir ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê û wan çalak dike, ji ber wê jî divê Koalisyona Navneteweyî sînor ji topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê re û destekdayîna ji komên terorîst û çeteyan re dayne. Ji ber komên terorîst û çete bombe û mayînan li herêmê diçînin û diteqînin, da ku şêniyên herêmê bitirsînin."

El-Şamî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gel û pêkhateyên herêmê hevgirtî ne. Hêza leşkerî yek e û dikare li hember çi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine. Em ê jî di yekrêzê de bi hêzên xwe re li hember çi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin, bisekinin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nN4rFAUbN0o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>