Artêşa Îsraîlê 14 filistînî birîndar kirin

Îro hêzên Îsraîlê li ser sînorê rojhilatî bajarê Xanyûnis ê başûrê Xezayê gule li xwepêşandêran reşand,  di encamê de 14 filistînî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê 14 filistînî birîndar kirin
25 tebax, 2021   19:35
XEZA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku 5 kes birîndar in û rewşa wan baş e, du  kes ji wan bi guleya bilastîk û 7 jî bi gazên rondikrêj birîndar bûne.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê gule li xwepêşandêrên li ber sînorê rojhilatê Xanyûnis kom bûbûn reşand.

Her wiha nûçegihand eşkere kir ku komên Filistînê banga kir ku tevahî xwepêşandana li herêma sînorê rojhilatê Xanyûnis ê li başûrê Xezayê bibin, bi wê bi hezaran welatî beşdar bûn. Ew xwepêşandan ji bo redkir û şermezarkirina dorpêça ji 15 salan ve li ser Xezayê ye.

(eh)