'Dewleta Tirk bi serê xwe nikare tecrîdê ferz bike'

Leyla Îbrahîm û Welîd Çolî got, dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare tecrîdê li rêber Abdullah Ocalan bidomîne. Her wiha destnîşan kir ku sedema neçareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye.

'Dewleta Tirk bi serê xwe nikare tecrîdê ferz bike'
26 tebax, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Endama Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm û berpirsê Têkiliyên Giştî yê NRLS`ê Welîd Çolî der barê tecrîda giran ku 22 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, ji ANHA`yê re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/08/25/194424_leyla-ibrahim.webp

Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike ne tiştekî nû ye û wiha got: "Dewleta Tirk di demên dawî de tecrîda ku li ser Îmraliyê ferz dike, girantir kiriye. Ev 22 sal in ku rêber Ocalan li dijî tecrîdê têdikoşe û derfetê nadin ku malbat û parêzer hevdîtinê bi wî re pêk bînin."

Her wiha diyar kir ku fikrên rêber Abdullah Ocalan civakê ronî dike û ji ber ku ji berfirehkirina fikrên wî li Rojhilata Navîn ditrsin, vê tecrîdê didomînin.

Leyla Îbrahîm wiha domand: "Hêzên navneteweyî çavên xwe ji tecrîdê re digrin. Ji ber ku ew naxwazin aloziya li herêmê çareser bikin. Dewleta Tirk naxwaze ku firkê Rêber Ocalan bigihêje her kesî."

`HÊZA DEWLETA TIRK TUNE YE KU TECRÎDÊ BI TENA XWE DEWAM BIKE`

Leyla Îbrahîm diyar kir ku hêza dewleta Tirk tune ye ku bi tena xwe tecrîdê dewam bike û wiha pê de çû: "Hêzên navneteweyî nexasim DYA`yê destekê didin dewleta Tirk. Ev dewletên ku dixwazin aloziya Rojhilata Navîn aloztir bibe, baş zanin ku yekane çareserî rêber Ocalan e û ji ber vê yekê jî tecrîdê giran dikin da ku çareserî pêk neyê."

Leyla Îbrahîm got rewşa dawî li Rojhilata Navîn girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye û wiha domand: "Şerê li Lîbyayê, Yemen, Lubnan û Efganistanê, didome. Rêber Abdullah Ocalan di hundirê Îmraliyê de gelek nirxandin der barê çaresrkirina vê aloziyê de kirin û gihaşt encamên çareseriyê."

Leyla Îbrahîm bang li gel kir ku têkoşîna xwe xurt bikin heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest dixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê hemû nivîskar û rewşenbîr di vê der barê de bi fikrê xwe kar bikin. Divê parêzer û parêzvanên mafên mirovan pêngava pratîktir esas bigirin."

‘ÇARESERIYA ROJHILATA NAVÎN DI FIRKÊN RÊBER OCALAN DE YE‘

/kr/uploads/files/2021/08/25/194436_weld-col.webp

Endamê navenda Firatê ya lêkolînan Welîd Çolî diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze firkên rêber Abdullah Ocalan berfireh bibe, vê yekê bi rêya ferzkirina tecrîda li Îmraliyê dike û wiha anî ziman: "Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn ku ji 2011`an ve dest pê kiriye û heta roja îro didome, firkên rêber Abdullah Ocalan in. Rêber Ocalan di wê pêvajoyê de projeyên çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn pêk anî. Di nava van projeyan de jî girîngiya jiyana di navbera hemû gelan de heye. AKP`ê di 2016`an de siyaseteke tundraw bi kar anî. Gelek peyamên cûda ji Amerîka û Rûsyayê wergirtin. Piştî vê yekê jî tecrîd giran kir."

Welîd Çolî piştrast kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û ev tişt got: "Hêzên navneteweyî peyamên cûda bi dewleta Tirk re îmze dikin. Ji ber ew çareseriyê li Rojhilata Navîn naxwaze. Ev peyman biryarên saziyên qanûnî û navneteweyî, bin pê dike."

‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTEKÊ DIDIN KIRYARÊN DERQANÛNΑ

Welîd Çolî piştrast kir ku komploya 15`ê Sibata 1999`an heta niha li Îmraliyê didome û sîtema tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk ve bi destekdayîna hêzên navneteweyî, didome.

Welîd Çolî behsa projeya ku ji aliyê hikumeta AKP`ê ve tê kirin, kir û wiha axivî: "Heta niha hêzên navneteweyî tu biryarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve derdikevin, red nekirine. Ev yek jî rê li pêşiya tedbîrên derqanûnî ji dewleta Tirk re, vedike."

Welîd Çolî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk qebûl nake ku Şoreş li Rojava ku bingeha wê ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye danîn, bi ser bikeve. Ji ber wê jî li pêşiya çavên hemû hêzên nanveteweyî sivîl, jin û zarokan dikuje. Ev hêz der barê vê yekê de bêdeng dimînin. Hêzên ku parastina sîstema tecrîda li Îmraliyê dikin, dixwazin ku îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rSE1UaDfsAA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>