Mueyed û Udeyê xeyal dikin ku careke din bimeşin

“Em xeyal dikin ku careke din bimeşin, di nava gund de li ser lingên xwe bigerin û bi hevalên xwe re futbolê bilîzim.” Êdî ev xeyalên her du hevalên hev Mueyed û Udeyed ên herî mezin in, ku lingên wan di encama teqîna mayîneke çeteyan de qut bûn.

Mueyed û Udeyê xeyal dikin ku careke din bimeşin
26 tebax, 2021   02:01
EYN ÎSA-DÎCLE EHMED

Zarokên ku di hîna 15 saliya xwe de ne, piştî ku mayîn bi wan teqiya û lingên herduyan hatin qutkirin, bûne astengdar.

Alozî û şerên li herêmê rû dane û mayîn û bomeyên ku nehatine teqandin, bûn sedem ku gelek zarok bimirin û gelek ji wan astengdar bibin. Li kantona Girê Spî di kêmtirî salekê de, ji ber mayînên çeteyan 8 zarokan jiyana xwe ji dest da û sê caran bi qasî wê hejmarê jî astengdar û birîndar bûne.

Li herêmên Sûriyê yên bi nakok hejmara birîndarên ku beşek ji laşên wan tên qutkirin zêde dibin û pê re di aliyê bedenî û derûnî de zehmetiyan dikişînin. Mueyed El-Elî û Udey Ismaîl nedizanîn ku dema pez diçêrandin dê lingên xwe winda bikin.

Mueyed El-Elî El-Ehmed û hevalê wî Udey Ismaîl Berakat ên 15 salî, ji gundê Hêmir ê başûr rojavayê Girê Spî ne. Li wî gundî 15 malbatên êla El-Bû Cerade bi cih bûne. Her wiha 2 zarokên bi navên Mistefa Salih û kurapê wî Mihemed Elî El-Ehmed ên 14 salî di 17`ê Mijdara borî de mayînek bi wan de teqiya, di encamê de Mistefa Salih û Mihemed Elî jiyana xwe ji dest dan û Udey û Mueyed jî birîndar bûn û her du lingên wan qut bûn.

Rast e Mueyed û Udey ji mirinê filitîn, lê wê bûyerê jiyana wan serûbinî hev kir. Di encama wê bûyerê de lingên her duyan qut bûn. Êdî nikarin karekî biçûk jî bikin. Piştî ku xeyal dikirin mezin bibin û xwendina xwe temam bikin, êdî xeyal dikin ku parçeyên laş ên çêkirî bi dest bixin.

`BANGEWAZIYA MALBATÊ JI BO BIDESTXISTINA PARÇEYÊN ÇÊKIRÎ`

Bavê Mueyed, Elî El-Ehmed got: “Kurekî min jiyana xwe ji dest da û yê din jî astengdar bû. Piştî ku kurê min ê din mir û lingê Mueyed jî qut bû, derûniya Mueyed xirab bû.”

El-Ehmed wiha domand: “Niha tenê xeyal dikin ku dîsa careke din bi hevalên xwe re li gund bilîzin. Dema ku dibînin ku hevalên wan dilîzin û ew jî nikarin bi wan re bilîzin, gelek zehmetiyan dikişînin. Em jî nikarin ji wan re parçeyên laş ên çêkirî peyda bikin.”

El-Ehmed diyar kir ku lêçûna her lingeke çêkirî 8 milyon lîreyên Sûrî ne, lê rewşa wan a madî gelekî  dijwar e.

Bavê Mueyed bang li rêxistinên mirovî kir ku eqeldariya pêwîst ji bo zarokan wan pêşkêş bikin û parçeyên çêkirî ji wan re peyda bikin.

Dayika zarokê bi navê Udey Isamîl, Xaldiye Enter jî got: “Kurê min bi hevalên xwe re ji gund derketin da ku pezê xwe biçêrînin. Lê piştre kurê min bê ling vegeriya malê. Pir caran Udey û Mueyed bi hev re rûdinin û rojên xwe yên berê tînin bîra xwe. “

Dayîka Udey behsa derûniya kurê xwe kir û got, dema ku dibîne xwişka wî ya yeksal û nîvî dimeşe û ew jî nikare ji cihê xwe rabe pir bandor dibe. Dayîkê diyar kir ku Udey dema ku dibîne hevalên wî dilîzin û diçin dibistanê pir bêzar dibe.

Dayîka Udey, Xaldiye hêvî kir ku kurê wê di dema pêş de li ser lingên xwe bisekine û bang li rêxistinên mirovî û yên mafên zarokan kir ku piştgiriya zarokan bikin û di vê rewşa şer û aloziyê de alîkariya zarokan bikin.

KESER

Rewşa Udey û Mueyed trajedîk e ku lingên herduyan jî qut in. Ew bêriya rojên berê dikin û ji ber rewşa xwe gelek xemgîn in.

Xewnên herduyan jî gelek bûn, lê niha xewn û xeyala wan a yekane ew e ku parçeyên laş ên  çêkirî bi dest bixin, lê gelo kesekî ku guhdar dike heye?

Li gorî daneyan, ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên tijî şênî ji 17`ê Cotmeha borî û heta 4`ê Tebaxê ve, 13 sivîl hatine kuştin. Navên wan wiha ne: Hatim Zêdan El-Misto (7), Mihemed Xelef Silêman (36), Mistefa Salih El-Ehmed (16), Mueyed Elî El-Ehmed (16), Yusif Ebdo Meimo (31), Mistefa Ebdo Meimo (55), Ehmed Îbrahîm El-Rehîm (12) Îman Salih El-Semo (21) Mehmûd Himêdî El-Xelîl (13) Zeyd Xelef El-Îsa (54), Ziyad Zeyd Xelef (12) Huda Zeyd Xelef (9) û  Mûne Zeyd Xelef (7).

Her wiha ji ber heman sedeman ji dîroka 16`ê Mijdara borî û heta 4`ê Tebaxê, 17 sivîl birîndar bûne.

(şx)

ANHA