Çerxa serkeftin-binketinê û tevliheviya Efganistanê

Çerxa serkeftin-binketinê û tevliheviya Efganistanê
26 tebax, 2021   00:15

ZINAR YILDIZ

Li Efganistanê yên li hember serweriya DYA’yê li ber xwe didin, ne hevkarên nû yan kevn ên modernîteyê ne, dînamîkên şaristaniya demokratîk in. Ger qala binketinê bikin, DYA li hember şaristaniya demokratîk têk çûye.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de ji bo hegemonya kapîtalist bi têra xwe ders hene. Encamên ku di her du şerên cîhanê de derketine holê, daye xuyakirin ku di şerên parvekirinê yê pergalê de, yê serkeftî yan jî binketî nîn e. Encam bî giştî li ser pergalê dibe diyarker. Bi taybet ji aliyê hêzên hegemon ve armanc ew e ku pergala kapîtalîst bibe pergaleke cîhanê û li tevahî cîhanê serwer bibe.

LI HEMBER KOMUNÎZMÊ PERGALEKE YEKPARE

Di dema Şerê Cîhanîê yê Yekem de li Rûsyayê li hember Tzar bi pêşengiya çîna karker şoreşek pêk hat. Bi vê şoreşê re lêgerîna li dijî sîstema kapîtalîst a li cîhanê xurttir bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem erdnîgariya Yekitiya Sovyetan gîhişt 22 milyon û 402 hezar û 200 kîlometre çargoşeyan û bû dewleta herî mezin a cîhanî. Ruxmî hemû kêmasî û şaşiyên xwe jî îspat kir ku pergaleke li derveyî kapîtalîzmê gengaz e.

Lewma piştî Şerê Cîhanê yê Duyem tevahî hêzên ku wek dewletên serkeftî an jî binketî dihatin zanîn, ketin lêgerînekê ku pergala modernîteya kapîtalîst bigihînin avaniyeke yekpare. Di navbera salên 1948-51’an de di çarçoveya Plansaziya Marshall de 12 milyar û 731 milyon dolar veqetandin ji bo ji nû ve avakirina dewletên binketî. Bi Doktrîna Truman, komunîzm wek dijminê hevpar hate îlankirin û hate xwestin ku tevahî hêzên modernîteya kapîtalîst li hember vê dijminê hevpar bibin yek. Li Ewropayê hate xwestin ku di nava xwe de yekitiyekê ava bikin û li pêş belavbûna komunîzmê bigirin. Herî dawî jî bi pêşengiya Roosevelt di 25’ê Hezîrana 1945’an de bi peymanekê Neteweyên Yekbûyî hate avakirin û dest bi karên xwe kir. Bi wan hewldanan DYA’yê pêşengiya hegemonyaya kapîtalîst bi dest xist.

Bi wan pêşketinan hate xuyakirin ku pergala kapîtalîst nêrîna li nakokiyên navxweyî guherand. Êdî kapîtalîzm pêvçûnên berjewendiyên navxweyî nagire navenda pergalê xwe. Li şûna vê hêzên ku li derveyî sîstemê mane, xistine nava xwe û dê wek navendên pevçûnan were diyarkirin. Şerê sereke ne pevçûnên berjewendiyên navxweyî ye, şerê sereke di navbera pergala hegemon a kapîtalîst û hêzên li derveyî vê pergalê de çêdibe. Lewma diyalektîka serkeftin û binketina hegemonyaya kapîtalîst di roja me de, li ser pevçûna duyem hatiye avakirin.

Di pevçûnên berjewendiyên navxweyî de diyarker ne yê serkeftî yan jî binketî ye, ew e ku pergala modernîteya kapîtalîst çi qas belav bûye û mayînde bûye. Kîjan hêzên navxweyî ya pargalê dikare temsîliyeta pergalê bike, çi qas dikare pergalê belav bike û mayînde bike, ew dikare pêşengiya pergalê bike. Di vê wateyê de her çi qas navdayîn ne girîng be jî, wek mînak; piştî hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê serokê Amerîkayê Rûsya û Çîn wek dijminên sereke îlan kirin û xwest tevahî navendên kapîtalîst di vê çarçoveyê de li dora xwe kom bike. Ev pevçûneke li ser pêşengiya navxweyî ye û di vê pevçûnê de kî bi ser bikeve jî tiştê girîng mayîndekirina pergalê ye. Lê çi qas dikarin hêzên li derveyî pergalê beralî bikin û pergala kapîtalîst mayînde bikin, ê serkeftî bibe pergala modernîteya kapîtalîst e. Ya girîng ne ew e ku DYA yan jî Rûsya bibe pêşeng.

JI BO ALIYÊ HÊZÊN LI DIJÎ PERGALÊ GIRÎNGIYA VÊ PEVÇÛNÊ ÇI YE?

Jixwe wek hêzên şaristaniya demokratîk ên li dijî vê pergalê ger lêgerîneke me ji bo avakirina modernîteya demokratîk hebe, divê em hêzên ku li hemberî wî şer dikin, fêm bikin. Nexwe em ê di nava şerê wan ê navxweyî de bibin amûrek. Di vê wateyê de axaftina Joe Biden ku piştî hilbijartina Amerîkayê kir û xitabî hêzên şaristaniya demokratîk wek etnîsîte, beşên baweriyan, bindestan, dûrketiyan, jinan, ciwanan kir, berê pevçûnên navxweyî da diyarkirin. DYA di vê pêvajoyê de dixwaze hêzên li derveyî pergalê mane, bikişîne cem xwe û li hemberî Rûsya û Çînê destê xwe xurt bike û dixwaze vê yekê jî bi rêbazên nerm û bê şer bike.

Niha li cîhanê ji gelek aliyan ve li hember modernîteya kapîtalîst ya herî zêde li ber xwe dide û dînamîkên navxweyî yên demokratîk lê xurt in, qada Rojhilata Navîn e. Bi avaniyên xwe yên baweriyan, etnîsîteyan, ciwanan û jinan ve li hember modernîteya kapîtalîst xwe diparêze û lî dijî hêzên desthilatdar ên herêmî û cîhanî li ber xwe dide. Di vê wateyê de di pêvajoya pengava nû ya DYA’yê de li hember hewldanên xistine nava pergalê, ya ku bibe muxatab qada Rojhilata Navîn e. Jixwe peşketinên çend mehên dawîn ên li Efganistanê, vê yekê bi awayekî vekirî îfade dikin.

GORISTANA ÎMPARATORIYAN; EFGANISTAN

Navendeke propagandayê ya modernîteya kapîtalîst ji bo Efganistanê pênaseya “goristana împaratoriyan” bi kar aniye. Jixwe girîng e ku mirov operasyonên ku li ser mêjiyan tê kirin, rast bixwîne û vê pênaseyê rast şîrove bike.

Efganistan ji dîroka destpêkirina şaristaniya navendî ve her tim di navbera Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr de bûye qadeke xweparastinê ya etnîsîte û baweriyan ku bi şaristaniya navendî ve nebûne yek. Hem dûrbûna ji her du navendên sereke hem jî rewşa erdnîgarî hiştiye ku Efganistan roleke wisa bilîze. Ji ber vê sedemê bûye qadeke sereke ya erişên hêzên şaristaniya navendî. Împaratoriyên Med-Pers, Îskender, Çîn, Rûs; hema hema hemu împaratoriyan xwestiye li ser vê herêmê serweriya xwe ava bikin lê dînamîkên li dijî şaristaniya navendî li vê qadê her tim hebûna xwe parastiye. Lewma Efganistan bi temamî neketiye destê tu împaratoriyan.

DYA LI HEMBER ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK BI BIN KETIYE

Ev rewş ji bo hêza emperyal a roja me DYA’yê jî derbasdar e. DYA ji sala 2001’an ve di dirêjahiya bîst salan de ne bi hêzên hevkarên xwe, ne jî bi hêzên ku bi xwe ava kiribûn û li hember Sovyetan bi kar anîbûn lê piştre li wê vegeriyabûn, nedikarî serweriya xwe li ser Efganistanê çêke. Li Efganistanê yên li hember DYA’yê li ber xwe didin ne hevakarên nû yan kevn ên modernîteyê ne, dînamîkên şaristaniya demokratîk in. Lewam jî ger em qala binketinê bikin, DYA li hember şaristaniya demokratîk têk çûye. Jixwe Talîban ku dibêjin li hember DYA’yê bi ser ketiye, di vê meha dawî de her kes dinivisîne ku tu hêzê wan a leşkerî, civakî yan jî siyasî nîn e. Jixwe bidestxistina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve bi peymaneke ku bi DYA’yê ve hat mohrkirin û hemû navendên hegemon a kapîtalîst (di serî de Ewropa, Rûsya û navendên sereke) erê kir. Îro jî ev navendên ev peyman erê kir, propagandaya Talîbanê dikin û dibêjin “Talîban çi qas bi pêş ketiye, çi qas guheriye, çi qas modern bûye.” Bi wan propagandayan îlan dikin ku Talîban kişandine nava pergala xwe. Di vê wateyê de mirov Talîbanê ku teslîm hatiye girtin û ketiye nava pergala wan, wekî ku li hember DYA’yê serkeftî îlan bike, dê xizmetî kê bike?

Li aliyekî din jî DYA hêzên ku li Efganistanê pê nikarîbû, bi Talîbanê ku hevalbendiya hişmendiya El-Qaîde û DAIŞ’ê kiribû re, rû bi rû dihêle û tola xwe ji wan hildide. Biden bi xwe bi gotina “Bila hinek jî bi xwe şer bikin” ev yek anî ziman.

BI STRATEJÎ Û TIFAQÊN NÛ TÊKOŞÎNEKE RAST

Ev yek dibe peyameke DYA’yê ji bo hêzên ku ji îro şûnde li Rojhilata Navîn dê li hember wê li ber xwe bidin. Li aliyekî navendên desthilatdariya herêmî ku li dijî wê ne, bikişîne aliyê xwe û di pêşbirka pêşengiyê de li hember Rûsya û Çînê destê xwe xurt bike, li aliyê din jî dîsa bi wan hêzên heremê re pengavên nû yên erişan li hember hêzên berxwedêr bi pêş bixe. Di hedefa bingehîn a wan erişan de jî hêzên şaristaniya demokratîk hebin.

Lewma jî divê hêzên şaristaniya demokratîk pêşketinên li Efganistanê rast bixwînin û li hember navendên şaristaniya kapîtalîst pergalên xwe yên parastinê û tifaqan di ber çavan re derbas bikin. Li aliyekî hatiye piştrastkirin ku bi stratejiyên rast ve hêzeke wekî DYA’yê jî li hember hêzên şaristaniya demokratîk dikare bêçare bimîne û gavan bi paş de biavêje, li aliyê din jî derfetên zêde derketine holê ku Rojhilata Navîn bi tifaqên rast ve bibe navendeke sereke ya şaristaniya demokratîk. Lewma dema pêş bi stratejî û tifaqên rast ve dikarin têkoşîneke rast bimeşînin.

ANHA