​​​​​​​ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 26-08-2018

​​​​​​​ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 26-08-2018
25 tebax, 2021   23:00

- Leyla Îbrahîm û Welîd Çolî got, dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare tecrîdê li rêber Abdullah Ocalan bidomîne. Her wiha destnîşan kir ku sedema neçareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Em xeyal dikin ku careke din bimeşin, di nava gund de li ser lingên xwe bigerin û bi hevalên xwe re futbolê bilîzim.” Êdî ev xeyalên her du hevalên hev Mueyed û Udeyed ên herî mezin in, ku lingên wan di encama teqîna mayîneke çeteyan de qut bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên eşîrên herêma Rojhilat da zanîn ku eşîrên herêmê û pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb û Suryan amade ne li hember êrişên dewleta Tirk ku dixwaze aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gel zehmetiya peydakirina madeyên sereke û sotemeniyê, dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê yên Helabê û kantona Şehbayê zêdetirî salekê ye dewam dike. Mihemed Şêxo got hikumeta Şamê aloziyên xwe derbasî her du taxên navborî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Minbic û navçeya Sirîn bang li civata navneteweyî kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike û piştrast kir ku ew çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên kantona Kobanê di protostokirina li pêşiya baregeha Rûsyayê de diyar kir ku ew ê heta têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin û got: "Ger Rûsya erka xwe ya li hemberî gelê herêmê pêk neyne, êrişan bi dawî neke û aştiyê misoger neke bila ji herêmên me derkeve." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dîb El-Eswed hedefgirtina droneke dagirkeriya Tirk ji erebeya wî re ya li pêş Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişloyê şermezar kir û da zanîn ku êrişên li dijî birîndarên şer ên ku şerê DAIŞ’ê û komên çete kirine, nîşaneya dijberiya li dijî aştî, rûmeta gelan û ewlehiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama rêveber a Komîteya Jineolojiyê ya Şehbayê Binevş Nebû diyar kir ku got “Siyaseta qirkirinê û ambargo nikarin berxwedana koçberên Efrînê lawaz bikin" (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Li Efganistanê yên li hember serweriya DYA’yê li ber xwe didin, ne hevkarên nû yan kevn ên modernîteyê ne, dînamîkên şaristaniya demokratîk in. Ger qala binketinê bikin, DYA li hember şaristaniya demokratîk têk çûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Yekitiya Siyasî piştî ku ava bû ENKS’ê kir bin serweriya xwe û rêveberên wê anku serokên wê di demên dawîn de bi hemû hêza xwe hewl didin dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Kurdan rewa bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd El-Beşîr got werzîş gelek bi pêş ketiye û ew amadekariya avakirina Yektiya Werzîşê ku hemû çalakiyên werzîşê orgenîze bike, dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Selman Barudo piştrast kir ku Rêveberiya Xweser dê tevahiya pembo ji cotkaran bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê wergire. Her wiha bi bîr xist ku dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û kêmbûna ava çemê Firatê, bi awayekî neyînî bandor li aboriya herêmê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA