‘Siyaseta qirkirinê û ambargo nikarin berxwedana koçberên Efrînê lawaz bikin’

Endama rêveber a Komîteya Jineolojiyê ya Şehbayê Binevş Nebû diyar kir ku got “Siyaseta qirkirinê û ambargo nikarin berxwedana koçberên Efrînê lawaz bikin’

‘Siyaseta qirkirinê û ambargo nikarin berxwedana koçberên Efrînê lawaz bikin’
25 tebax, 2021   23:41
ŞEHBA - LEYLA LORÎN

Endama Komîteya Jineolojiyê ya kantona Efrînê Binevş Nebû got ku, dagirker dixwazin bi êriş û bi siyaseta birçîkirinê vîna wan lawaz bikin, lê li hember vê, wê berxwedana wan her biçe mezintir be.

Bajarê Efrînê di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û bi erêkirina zilhêzên cîhanî hat dagirkirin. Bi sed hezaran û gelê Efrînê ji ber dagirkeriyê koçber bû. Gelê Efrînê ev çar sal e tevî hemû êriş û topbaranên çeteyên dewleta Tirk, zextên rejîma Rûsya û Sûriyê û bi derfetên kêm, di nava berxwedaneke hêja û bêhempa de ne.  

Endama rêveber a Komîteya Jineolojiyê ya Şehbayê Binevş Nebû têkildarî rewşa koçberên Efrînê û berxwedana koçberan ji ajansa me re axivî.

‘SIYASETA KOÇBERIYÊ PIŞAFTINA MÊJIYÊ MIROVAN E’

Binevş Nebû diyar kir gelê Efrînê bi zorê hat koçberkirin û wiha got: “Gelê Efrînê di encama şerekî qirêjî yê dewletên zilhêz de bi zorê hat koçberkirin. Bajar û axa Efrîniyan bi zorê ji destê wan hat derxistin. Dema ku mirov bi zora şer, talan û wêrankirinê ji ser axa xwe hatin derxistin, gelo dê derûniya wan mirovan çawa be? Bi siyaseta qirkirinê dixwazin mêjiyê mirovan bipişêvin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, tiştên ku nekarîn li Efrînê bikin, niha dixwazin li Şehbayê bi rêya şerê taybet bikin. Koçberî rewşeke kambax e, dema ku mirov ji axa xwe û cihê xwe dûr ket, mirov bivênevê li hemberî gelek şert û mercan qels dibe. Lê ji ber ku hêza me ya xweperwerdekirinê çêdibe, li hemberî wan mercên zehmet jî berxwedan mezin e.”

‘REWŞA KOÇEBERIYÊ HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JIN Û ZAROKAN DIKE’

Binevş Nebû balkişand ser pêkanînên hikumeta Şam'ê jî û got, “Ji aliyê rejîmê ve jî ambargoyeke li gorî polîtîkayên qirkirinê li ser koçberên Efrînê heye. Hem avê hem jî derman û gelek pêdiviyan jiyanî li ser koçberan qut dike. Ev jî rewşa gel girantir dike. Ji ber van astengiyan 3 zarokan heta niha jiyana xwe ji dest dane. Ev jî cihê metirsiyê ye. Li hemberî koçberên Efrînê siyaseteke qirêjî tê meşandin.”

‘EM DIXWAZIN BI RÊYA JINEOLOJIYÊ GELÊ XWE PERWERDE BIKIN’

Binevş Nebû di berdewama axaftina de got: “Wek saziya jineolojiyê ya Şehbayê em dixwazin ji aliyê perwerdeyê ve ji bo pêwîstiyên gelê xwe bibin bersiv û gelê xwe li ser hîmê zanista jinê perwerde bikin. Jixwe zanista jinan, li ser rastiya axê û hebûna civakê û girêdayî zanebûna jinan xwe bi rêxistin dike. Li ser hîmê zanista jinan nêzî pirsgirêkên civaka xwe dibin û bi rêya zanista jinan û perwerdeyê jin û civaka xwe haydar dikin.”

‘BERXWEDANA GELÊ ME POLÎTÎKAYÊN KOÇBERIYÊ LAWAZ DIKE’

Binevş Nebû di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd di şexsê koçberên Efrînê li dijî siyaseta qirkirinê li ber xwe dide û wiha got: “Siyaseta dagirkirinê bi êrişên xwe yên hovane li her cihê ku destkeftiyên Kurdan hebe, çavnebariyê dike. Lê çiqas êriş bikin jî dê ewqas jî di şexsê koçberên Efrînê de rastî berxwedana gelê Kurd bên. Berxwedana me dê bi teqez bi serkeftin, azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgariya Efrînê mîsoger bibe.”   

ANHA