Dagirkeriya Tirk li ser sînorê Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê deriyekî çêdike

Dagirkeriya Tirk 2 blokên çîmentoyê ji ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê de rakirin.

Dagirkeriya Tirk li ser sînorê Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê deriyekî çêdike
25 tebax, 2021   10:03
QAMIŞLO

Dagirkeriya dewleta Tirk 2 blokên çîmentoyê ku her yek 3 metre bilind in, ji ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê yê li hember gundê Zorava de ku 10 kîlometre li bakurê rojavayê Tirbespiyê ye, rakirin.

Nûçegihanê ajansa me ragihand ku dagirkeriya Tirk li şûna blokan deriyekî çêdike.

Her wiha şêniyên gundê Zorava piştrast kir ku ew nizanin çima dagirkeriya Tirk ev gav avêt û ew nikarin nêzî sînor bibin, ji ber ku dagirkeriya Tirk wan yekser dike hedef.

(dm)

ANHA