Rojnameyên erebî: Li Derayê pêşniyara Rûsyayê kete pratîkê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî geşedanên li Dera ya Sûriyê û Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Derayê pêşniyara Rûsyayê kete pratîkê
25 tebax, 2021   08:41
NAVENDA NÛÇEYNA

‘BEŞA YEKEMÎN A ÇEKDARAN JI DERAYÊ DERKET’

Di vê der barê de rojnameya Şerq E-Ewsat wiha nivîsî: "Beşa yekemîn a endamên muxalefeta Sûriyê di çarçoveya agirbesta bi navbeynkariya Rûsyayê de ji Derayê derket.

Di nava çend hefteyên borî de di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar ên herêmî de piştî 3 salan ji aramiya bi navbeynkariya Rûsyayê, şer derket. Rewşên mirovî bi dorpêça ku hêzên rejîmê li ser Dera El-Beled ferz kiribû, aloz bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku beşa yekemîn a çekdarên ku peyama bi hêzên rejîmê re red kir, ji Derayê derket û hejmara wan 10 kes bûn.”

‘HIKUMETA LUBNANÊ Û HEWLDANÊN AVAKIRINÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di demekê de ku çavê her kesî  li koşka Bîebeda ye, da ku encamên hewldanên serokê ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin Necîb Mîqatî bibînin, hate ragihandin ku hevdîtina Mîqatî û serokê Lubnanê Ewn hatiye taloqkirin.

Li gorî agahiyan, Mîqatî di erka xwe de bi israr e da ku hikumetekê li gorî pêvajoyê ava bike, lê ne dûr e ku ew jî lêborînê bixwaze.”

(bx)