Hêzên dagirker gundekî Minbicê topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Yalinlî yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kiriye.

Hêzên dagirker gundekî Minbicê topbaran kir
25 tebax, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya meclisê îro li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin:

“Artêşa Tirk a dagirker ji bargeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yalinlî yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi topên hewanê topbaran kir. Vê sibehê saet di 06:30`an de 4 topên hewanê li gund ketin, di enacamê de zirar gihaşt erdên çandiniyê û darên zeytûnan.”

Navendê her wiha piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker li dirêjahiya xeta Sacûr û rojavayê Minbicê, rojane sûcan pêk tîne.

(cx)