ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 25-08-2018

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 25-08-2018
24 tebax, 2021   23:00

- Rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hemberî êrişan şeremzar kirin û gotin: "Em ê bi QSD'ê bersiva êrişan bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Mehmûd Xalo diyar kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê domandin, li gorî biryarên siyasî tê kûrkirin û domandin û got “Ji ber ku ji paradîgmaya jiyana wekhevîparêz a birêz Ocalan ditirsin, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê giran dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê got, tevî topbarana rojane şênî koçber nebûn û îdiayên derbarê koçberiya şêniyan de ku dewleta Tirk û çeteyên wê belav dikin derewandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên gerîla tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û da zanîn ku ev tevkarî ji bilî şerê navxweyî tiştekî din bi xwe re nine. Malbatên gerîlayan bang li gelê Kurd kir ku li hember planên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sema Begdaş diyar kir ku xala hevbeş a di navbera hemû dewletên aktîv li Sûriyê de lawazkirina hemû pêkhateyên ku banga azadiya xwe dikin. Sema Begdaş bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê parastina cewherî xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji komployên dewleta Tirk hişyar bin û got, tecrubeyên berê yên ku herêm tê re derbas bûne, îsbat kir ku gel dikare herêmê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê şahiya îmzekirina pirtûkan, li hola Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xirzêl li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Dîroknasê urdinî Dr. Mihemed Siwêrkî got di xîtaba Kurdî de kêmasiyeke mezin heye ku dengê xwe negihand cîhanê. Dîroknas ji bo avakirina têkiliyên xurt di nava Kurd û Ereban de 13 bend pêşkêş kirin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Rêber Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya li ser şerên li Rojhilata Navîn de dibêje "Rastiyek heye, destnîşan dike ku li herêma Rojhilata Navîn şerekî cîhanê yê sêyemîn heye. Lê ev şer bi taybetmendiyên xwe yên leşkerî û siyaseta klasîk, cuda ye."

ANHA