'Tecrîda li Îmraliyê li gorî berjewendiyên siyasî tê domandin'

Parêzer Mehmûd Xalo diyar kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê domandin, li gorî biryarên siyasî tê kûrkirin û domandin û got “Ji ber ku ji paradîgmaya jiyana wekhevîparêz a birêz Ocalan ditirsin, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê giran dikin."

'Tecrîda li Îmraliyê li gorî berjewendiyên siyasî tê domandin'
25 tebax, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Herî dawî Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) ji bo rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan serî li Komîsyona Wezîran a Konseya Ewropayê dabû. Komîsyona Wezîran a Konseya Ewropayê ji çavdêrî û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e.

Di serlêdanê de hate xwestin ku hemû hevdîtinên heftane û periyodîk komîteyê bên rojevê û hat gotin ku cezayê muebbetê yê li dijî rêber Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan li dijî xala 3’yem a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Endamê Komîteya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mehmûd Xalo diyar kir ku divê biryara DMME'ê bi cih were û bi biryarên ku sedemên siyasî hatine dayîn, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê kûrtir dikin.

Mehmûd Xalo di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêkanîneke dermirovî ye û got: "Ji destpêka komploya li hemberî birêz Abdullah Ocalan û vir ve bêhiqûqiyek heye. Dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên xwe re pergala tecrîdê li Îmraliyê bi cih tîne. Biryarên taybet ên DMME’yê hene ku balê dikişîne ser bêhiqûqiya darizandina birêz Ocalan. Mafên axaftina bi malbat, parêzer û telefonê ji destê birêz Ocalan hatine girtin. Dewleta Tirk bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi taybetî tê meşandin re, mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbatê re, mafên parêzer û telefonê tune kirine."

Xalo îşaret bi daxuyaniyên gelek saziyên hiqûqî û mafên mirovan ên li Tirkiyê kir û wiha axivî: "Biryara DMME'ê ya binpêkirina 'cezayê muebbetê yê giran' heye. Divê ev biryar bi cih were û tecrîda li derveyî hiqûqê ya li ser birêz Ocalan bê rakirin."

'LI TIRKIYÊ HIQÛQ Û POLÎTÎKA TEVÎ HEV BÛNE'

Mehmûd Xalo diyar kir ku li Tirkiyê hiqûq û polîtîka tevlihev bûne û got: "Tecrîdkirina birêz Ocalan a li Îmraliyê, ji ber destwerdana hêzên navneteweyî ya li hiqûqa li Tirkiyê jî pêk tê. Konseya Ewropayê û DMME dema mijar birêz Ocalan be, tu rêgezên hiqûqî pêk naynin. Komploya ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve heye, bi bêhiqûqiyên din dewam dike. Berjewendiyên siyasî ketine pêşiya mafên mirovan û hiqûqê."

Parêzer Mehmûd Xalo destnîşan kir ku ji bo pêşî li ramanên rêber Abdullah Ocalan bigirin ku li Rojhilata Navîn dibin sedema pêşveçûnê, tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin û wiha dewam kir: "Ew naxwazin fikra birêz Ocalan bigihîje gel. Tevî hemû tecrîd û zextên giran jî fikir û felsefeya birêz Ocalan li hemû cîhanê belav bû. Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi fikrên Ocalan çareser dibin. Ew ji fikrên nû û ronî ditirsin. Ji jiyana wekhev a gelan ditirsin. Ji ber vê yekê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê mayîndekirin."

'DEWLETA TIRK LI ÎMRALIYÊ GUH NADE QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ’

Parêzer Mehmûd Xalo bal kişand ser rapora dawîn a CPT'yê ya li ser tecrîda li ser rêber Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk tevî biryarên navneteweyî jî tecrîd kûrtir kiriye û got: "CPT’yê gelek caran raporên li ser rewşa birêz Ocalan ku 22 sal e li Îmraliyê tê ragirtin, weşandin. DMME’yê jî diyar kir ku darizandina birêz Ocalan ne hiqûqî ye lê dewleta Tirk di vê mijarê de tu gav neavêtine. Dema mirov li hemû geşedanan dinêre, dibîne ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, bi biryarên partiyên siyasî, tê domandin."

Mehmûd Xalo bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan yên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê û got: "Dewleta Tirk bi taybetî di vî warî de tu gav neavêtine. Hikumeta Tirk çavê xwe li daxwazên girtiyan digire. Gel ji bo girtiyan li kolanan çalakiyan pêk tîne. Divê ev çalakî li her derê belav bibin. Girtî ne tenê li dijî bêhiqûqî û tecrîda li ser wan tê ferzkirin, her wiha ji bo pirsgirêkên tevahiya civakê, di greva birçîbûnê de ne. Divê hemû gel bi taybetî jî em van çalakiyên greva birçîbûnê hembêz bikin."

Parêzer Mehmûd Xalo  di dawiyê de wiha lê zêde kir: “Ewropa li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê û bi taybet jî girtîgeha Îmraliyê bê deng e. Divê sazî û parêzerên mafên mirovan ên navneteweyî zextê li polîtîkayên neheq û bêhiqûq ên dewleta Tirk bikin û dawî li tecrîdê bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lSxezVqp3so" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>