Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin

Bi merasîmekê şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd El-Wawî yê li goristana Şehîdan oxir kir.

Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Minbicê şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
24 tebax, 2021   19:55
MINBIC

Şêniyan cezaneyê şehîd Mehmûd El-Wawî ji pêş Nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê ve ketin rê.

Di merasîmê de şêniyên Minbic, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbic û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê amade bûn.

Li goristanê li gel deqeya rêzgirtinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/08/24/193054_jyhan-mstfa.webp

Dûvre endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cîhan Mistefa axivî û wiha got: "Em serxasiya malbata şehîd Mehmûd dixwazin. Şehîd ji bo parastina xak û gelê canê xwe didin û em soz didin ku rêça wan heta pêkanîna armancên wan bişopînin."

Li aliyekî din jî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir li ser navê meclisa axivî û wiha anî ziman: "Em kesên canê xwe di oxira em bi ewlehî û aştî bijî de daye, silav dikim û em soz didin şehîdan ku parastina destkeftiyên we bikin û rêça we bişopînin."

/ar/uploads/files/2021/08/24/193124_farwq-almashy.webp

Piştre Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha got: "Em ji gelê Minbic, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku em şêniyên vî welatî ne û em ê xwedî li biratiya gelan derkevin û bi saya van şehîdan di nava azadî, ewlehî û aştiyê de ne."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û piştre şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(fr)

ANHA