Hezar û 500 xwendekaran serî li zanîngehan da

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomarkirina xwendekaran didomînin. Heta niha hezar û 500 xwendekaran serî li zanîngrhan daye .

Hezar û 500 xwendekaran serî li zanîngehan da
24 tebax, 2021   06:56
QAMIŞLO

Koordînasyona her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê û El-Şerq) şertên serlêdanê ji bo tomarkirinê ragihandibûn û serlêdanan 31`ê Tîrmehê dest pê kiribû û heta 30`ê Tebaxê hat dirêjkirin.

/kr/uploads/files/2021/08/24/070400_dsc_0011.webp

Ezmûna qebûlkirinê dê 1’ê Îlonê û ezmûna ziman jî 2`yê Îlonê li dar bikevin. Dê encamên ezmûnan jî di 9`ê Îlonê de bên eşkerekirin.

Endamê Komîteya Mufadeleya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulrehman Dawê têkildarî sedema dirêjkirina dema tomarkirinê got: “Ji ber derengxistina radestkirina bawernameyên refa 12`an, me dema serlêdanê heta 31’ê Tebaxê dirêj kir.”

/kr/uploads/files/2021/08/24/070110_55551.webp

Dawê da xuyakirin ku 4 navendên tomarkirina xwendekaran li herêman hene û wiha dewam kir: “Navendên me ji bo tomarkirinê li Qamişlo, Şehba, Reqa û Kobanê ne. Destpêkê serlêdan kêm bûn heta xwendekaran belgeyên xwe yên refa 12’an bi dest xistin. Lê niha baş e hejmara xwendekarên tomarkirî ji hezar û 500’î derbas kiriye.”

Dawê têkildarî ezmûnên qebûlkirinê jî wiha axivî: “Heke xwendekarek pileya xwe qebûl nekir an jê bawer nebû, em ê ji nû ve li pêş wî sererast bikin û ji bo hemû materyalên hatine xwestin, dê ezmûnek bê çêkirin. Dê dema ezmûnê ji seat 10.00’an heta 13.20’an be.”

Sala xwendinê ya nû di her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê 10`ê Cotmehê dest pê bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ADL4VMWUT3w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>