Dewleta Tirk gundê Yalinlî topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Yalinlî yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir. Di encamê de zirar gihaşt mal û milkên sivîlan.

Dewleta Tirk gundê Yalinlî topbaran kir
24 tebax, 2021   06:43
MINBIC

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir saet di 06:30`an de gundê Yalinlî yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.

4 top li gund ketin. Topbaran heta saet 07:30`an berdewam kir û zirar gihaşt milkên sivîlan.

(şx)