Şêxê eşîra Sebxe: Em ê herêmên xwe ji komployan biparêzin

Şêx Mihemed Tirkî Soan diyar kir ku hemû eşîrên herêmê û pêkhateyên wê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê amade ne herêmê biparêzin.

Şêxê eşîra Sebxe: Em ê herêmên xwe ji komployan biparêzin
24 tebax, 2021   07:27
REQA-EHMED ESAF

Di rojên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê dijwartir kirine. Ev êriş di nava bêdengiyeke navneteweyî de didome û sivîl dibin qurbanî.

Şêxê eşîra Sebxe, Mihemed Tirkî Soan da zanîn ku kiryarên  dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne bi armanca derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e û da ku li ser hesabên erda Sûriyê rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike.

Soan got, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployeke navneteweyî heye û wiha dewam kir: "Êrişên li ser herêmên me tê wateya ku komploya navneteweyî ya ji kîjan aliyê dibe bila bibe, ji Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Sûriyê li ser herêmê heye, li ser vê yekê em ji Tirkiyê re dibêjin ku em şer naxwazin, lê amade ne parastina vî erdî bikin."

Şêxê Eşîra Sebxe destnîşan kir ku  QSD`ê nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û eşîr û pêkhateyên din di nav hêza xwe de dê li dijî berjewendiyên Tirkiyê bisekinin.

Têkildarî rola Rûsya Soan got: "Em nikarin bibêjin ku Rûsya garantor e, lê em wê Rûsya xayîn û komplogera li ser gelê Sûriyê bi nav dikin, armanceke wê heye ku ew jî piştgiriya hikumeta Sûriyê ye û ji bo xizmeta vê hikumeta ku ji beriya deh salan ve ev erd ji terorîstan re hiştiye tev digere."

Têkildarî hevgirtina pêkhateyên herêmê şêx Soan ev axaftin kir: "Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek pêkhate ne, tu ferq û cudahî di navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan  de tune ye û hevgirtina me ji bo berxwedanê girîng e. Hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina vî erdî şehîdên zindî ne."

Şêxê eşîra Sebxe di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van komployên hişyar in. Hemû ferdên di civaka me de amade ne ku ji bo parastina vî erdî canê xwe feda bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jXadkT0IZYs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>