Berdevkê Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya li gorî peymanên ku îmze kirine, tev bigere

Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehmê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got Rûsya wek mîsyona garantor li herêmê ye lê li gorî peymanên ku îmze kirine, tev nagere.

Berdevkê Rêveberiya Xweser: Divê Rûsya li gorî peymanên ku îmze kirine, tev bigere
23 tebax, 2021   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirin. Di êrişan de gelek sîvîl hatin kuştin, lê civata navneteweyî bê deng dimîne. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê ev êriş nirxandin û diyar kir ku divê hêzên garantor peywira xwe bi cih bînin.

Loqman Ehmê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan ne nû ne û got: "Dewleta Tirk êrişî têkoşîna hevpar a gelan dike. Heta niha gelek welatiyên sivîl qetil kirine. Her wiha komkujiyên mezin rû dan, bi taybet di êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de. Bêyî ku bêjin jin û zarok, êrişî sivîlan dike."

Loqman Ehmê wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi taybet bajarên ku gel lê di nava aştiyê de dijîn, dike hedef. Armanca wan ew e ku gel bitirsînin. Ji bo ku gel ji axa xwe û malên xwe koçber bibe, vê yekê dike. Lê gelê me bi van lîstikan dizane. Li dora Rêveberiya Xweser dibe yek û xaka xwe terk nake."

‘TOLA DAIŞ’Ê HILTÎNIN’

Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehmê got: "Dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ'ê ya sala 2019 'an ji kesên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de berdêl dane, hildide. Dewleta Tirk li ser van hemû sînoran dema ku çeteyên DAIŞ'ê li Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî bûn, bi awayekî vekirî bazirganî bi çeteyan re dikir. Piştî ku QSD'ê ev çete tune kirin, dewleta Tirk ev rewş qebûl nekir û êrişên taybet li dijî kesên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de berdêl dane, pêk anîn. Di êrişa li ser Şengalê de jî rewşeke bi heman rengî heye. Dewleta Tirk bi taybetî gerîlayên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, dike hedef. Êrişa dawîn a li nêzî cihê gaziyên şer ên di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de roleke aktîf lîst û bêdengiya hêzên navneteweyî, bi awayekî zelal nîşan dide ku têkiliya wan a berjewendiyan bi dewleta Tirk re heye."

‘DIVÊ RÛSYA Û DYA BI BERPIRSYARIYÊN XWE RABIN’

Loqman Ehmê îşaret pê kir ku Rûsya û Amerîka ku mîsyonên garantor in, li gorî peymanên ku îmze kirine, tev nagerin û got baweriya gel bi van her du dewletan nemaye. Ehmê diyar kir ku rojeva sereke ya Rûsya û Amerîkayê ne gel e, lê berjewendiyên wan in û diyar kir ku heke her du dewlet peywira xwe bi cih neynin û êrişan ranewestînin, dê gel li dijî wan çalakiyan li dar bixe.

Ehmê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişan bi Rûsyayê re civîn li dar xistin û wiha got: "Di muzakereyan de tu encam bi dest neketin. Di dema muzakereyan de jî êriş nesekinîn. Rûsyayê tu daxuyanî nedane. Em hêvî dikin ku Rûsya peywira xwe bi cih bîne. Şerê li herêmê ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye. Lê belê dema şer hat ber deriyê me, em ê jî axa xwe û gelê xwe biparêzin."

‘DAXUYANIYÊN FERMÎ YÊN SAZIYAN ESAS IN’

Loqman Ehmê destnîşan kir ku armanca êrişan ew e ku Rêveebriya Xweser berteref bikin û wiha lê zêde kir: “Divê gelê me li dora Rêveberiya Xweser bibe yek. Rêveberiya Xweser siberoja gelê me ye. DIvê em têkoşîna xwe bidomînin. Divê haya me ji agahiyên derew hebe. Divê bi tenê bawerî bi daxuyaniyên fermî yên saziyan hebe.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qXhEeuojv2A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>