Îhtimal heye hêzên Amerîkayê demeke dirêjtir li Efganistanê bimînin

Serokê Amerîkayê Joe Biden got dibe ku hêzên welatê wî heta piştî 31`ê Îlonê jî li Efganistnaê bimînin, ku 31``ê Îlonê dema vekişîna dawî ya hêzên Amerîka ji Efganistanê hatibû diyarkirin.

Îhtimal heye hêzên Amerîkayê demeke dirêjtir li Efganistanê bimînin
23 tebax, 2021   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Joe Biden got îhimal heye heta piştî bidawîbûna dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê, hêzên welatê wî li Efganistanê bimînin.

Her wiha duh yekşemê got: “Di navbera me û artêşê de ji bo dirêjkirina dema mayîn hêzên Amerîkayê li Efganistanê nîqaş berdewam in. Em hêvî dikin ku em neçar nemînin ku demê dirêj bikin. Lê em asta pêşdeçûna derxistina hemwelatiyan nîqaş bikin.” Li aliyekî din Londonê bi armanca gotubêjkirina rewşa Efganistanê lidarxistina civîna koma G7 ragihand.

Rayedarekî mezin ê Talîban Emîr Xan Muteqî duh got: “DYA bi hemû hêzên xwe nikarî tevliheviya li balafirgehê kontrol bike. Li her derê aştî û aramî heye lê balafirgeha Kabulê tevlihev e. Divê ev yek di zûtirîn dem de raweste.”

Gelek rêxistinên têkildarî mafên mirovan bang li Biden kir ku dema vekişînê ya dawî dirêj bike.

(şx)