​​​​​​​Gerînendetiya Avê li herêma başûrê Hesekê 5 jêderên avê çêkirin

Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê li ser bangewaziyên şêniyan û ji bo peydakirina avê, li seranserê xeta kişandina avê ya herêma Firatê 5 jêderên avê çêkirin.

​​​​​​​Gerînendetiya Avê li herêma başûrê Hesekê 5 jêderên avê çêkirin
23 tebax, 2021   07:06
HESEKÊ - BASIM DEXÎL

Bi armanca dabînkirina avê ji welatiyan re û da ku pêşî li binpêkirinên li ser xeta projeya kişandina ava Firatê ya ji bajarokê Siwer ê Dêrazorê ber bi Hesekê ve were girtin, Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Kantona Hesekê li ser xetê 5 jêderên avê çêkirin.

/ar/uploads/files/2021/08/22/193527_heseke-ava-28129.webp

Ev her 5 jêder avê ji bo 6 bajarokan peyda dikin, ji navçeya Mergedayê heta navçeya Erîşeyê. Jêderên avê ev in; Mergeda, Elwe, Şemsanî, 47 û Erîşe.

Endezyar Wêran Mihemed ku çavdêriya projeyê dike, got Gerînendetiya Avê ya Hesekê dest bi avakirina jêderan kiriye û beşek jê ketiye meriyetê.

Mihemed diyar kir ku di demên derbasbûyî de xeta ku ji bajarokê Siwer hatiye kişandin ji aliyê welatiyan ve hatibû binpêkirin û ev proje ji bo selametiya xetê hate pêkanîn. Mihemed da zanîn ku ev jêder bi awayekî sîstematîk pêwîstiyên welatiyan dabîn dike ku wê bi rêya sahrîcan av bigihêje şêniyan.

Mihemed wiha domand: "Ev jêder dihêle ku av bigihêje hejmareke baş a welatiyên li ser dirêjahiya erdnîgariya ku projeya kişandinê tê re derbas dibe. Armanca sereke ya ji vê projeyê ew e ku hewcedariyên gel werin dabînkirin, ji ber ku piştî dewleta Tirk û çeteyên wê stasyona Elok dagir kir ku di encamê de rêjeya avê kêm bû."

/ar/uploads/files/2021/08/22/193511_wyran-mhmd.webp

Wêran Mihemed îşaret pê kir di halê hazir de ava jêdaran ji bo vexwarinê ne baş e, ji ber ku pêwîstiya wê bi parzûnkirinê heye û dê di çend rojên bê de hazir bibe piştê ku amûrên pêwîst ên parzûnkirinê di jêderê de bi cih bikin û klurê têkin avê.

Mihemed destnîşan kir ku piştî temambûna projeyê heke pêwîstî bi jêderên din çêbû, wê yekser wan di cihên pêwîst de ava bikin.

Lêçûna projeyê ya giştî zêdetirî milyonek û 500 hezar dolarî ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O1Mg5p0_rMU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>