​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Dera mijara sereke ya hevdîtina Ebdullah El-Sanî û Pûtîn e

Rojnameyên erebî yên îro behsa hevdîtina şahê Urdunê û serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn û bandora wê hevdîtinê li ser rewşa Derayê, hilbijartinên Iraqê û aloziya Lubnanê kir.

​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Dera mijara sereke ya hevdîtina Ebdullah El-Sanî û Pûtîn e
23 tebax, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

GELO DÊ HEVDÎTINA EBDULLAH EL-SANÎ Û PÛTÎN ALOZIYA DERAYÊ BI DAWÎ BIKE?

 Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Dosyay ewlehiyê û pêşketinên dawîn li parêzgeha Dera ya Sûriyê, mijara nîqaşê ya sereke di hevdîtina îro ya şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî û serokê Rûsyayê Vladmîr Pûtîn e. Her du alî her wiha wê dosyayên girêdayî têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî û naventeweyî nîqaş bikin.

Li gorî rojnameyê, pispor û siyasetmedar dibînin ku armanca sereke ya serdana Ebdullah El-Sanî ji Moskovê re ew e ku pêşketinên li Sûriyê nîqaş bikin û nehêlin ku ew geşedan bandorên li hundirê Urdunê bikin û rê li pêleke nû ya koçberiyê ya ji aliyê Sûriyê ber bi Urdunê ve bigirin.

Ji ber rewşa ewlehiyê ya li Sûriyê, di 31`ê Tîrmeha borî de sînorê bi Sûriyê re bi temamî hate girtin. Hikumeta Şamê jî Dera El-Beled dorpêç kiriye.

Rûsya ku ji destpêka aloziyê ve di 2011`an de piştgiriyê dide hikumeta Şamê, girîngiya rola Urdunê di çareserkirina dosyaya Sûriyê de dizane, bi taybetî li başûrê Sûriyê. Di salên derbasbûyî de, peywendiyên di navbera fermandar û rayedarên her du welatan qut nebûn.

Rûsya bi hevkariya Urdunê hewl dide çareseriyekê li gorî dilê hemû aliyên aktîv li Derayê, bibîne.

Mamosteyê zanistên siyasî di zanîngeha Almanî-Urdunî de Bedir El-Madî dibêje: “Hevdîtina şahê Urdunê Ebdullah û Pûtîn dê zextê li ser rejîma Sûriyê çêbike da ku mîlîsên çekdar ên piştgiriyê ji Îranê digirin, negihêjin sînorên Urdunê.”

KAZIMÎ SERDANA KIWÊTÊ KIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Duh serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyeke payebilind gihaşt Kiwêtê û bi mîrê Kiwêtê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah re danûstandin pêk anî û pêşketina bûyeran li herêmê nîqaş kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Kazimî bi daxuyaniyekê wiha gotibû: “Kazimî piştrast kiriye ku hikumeta Iraqê hewl dide ku Iraqê bike xala hevdîtin, diyalog û parvekirina nêrînan di navbera aliyên cuda de û hewldanên xwe zêde dike da ku hevkariya navneteweyî  ji bo piştgiriya Iraqê xurt bike û têkiliyên bi welatên cîran re baş bike.

Kazimî daxuyand ku dawiya vê mehê li Bexdayê wê serokên welatên cîranên Iraqê û welatên herêmî bicivin. Kazimî hêvî kir ku Kiwêt jî beşdar bibe.

LUBNAN..PIRSGIRÊKÊN TÊKILDARÎ AVAKIRIN HIKUMETÊ

Rojnameya El-Beyan jî di kar û barên Lubnanê de wiha nivîsî: “Ne avakirin, ne jî lêborînxwestin. Di bin vê sernavê de hefteya borî li Lubnanê derbas bû. Piştî astengiyên ku derketine pêş, nexasim mijarên girêdayî wezareta dadê û enerjiye. Bi wê yekê careke din hêviyên têkildarî avakirina hikumetê ji holê rabûn.

Li aliyekî din jî, ji ber destwerdanên derve ku rewş aloztir kir û bandor li danûstandinên têkildraî avakirina hikumetê jî kir, lubnanî carek din di navbera keştiya mazota Îranê û gaza pêşniyara Amerîkayê de bûn du beş û hikumeta rizgariyê wenda bû. Di encamê de hikumet vegeriya qada şerê Îran-Amerîkayê.”

(cx)