'Armanca dewleta Tirk têkbirina  projeya demokratîk e'

Şêniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Zirgan û Til Temirê şermezar kirin û gotin, armanc ji van êrişan têkbirina projeya demokratîk û ewlehiya herêmê ye.

'Armanca dewleta Tirk têkbirina  projeya demokratîk e'
23 tebax, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe li ser li Şengal, navçeyên Til Temir û Zirganê zêde kirin û sivîlan dike armanc.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û bajarê Helebê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Şengal, Zirgan û Til Temirê şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku destwerdan bike û gelên herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêze.

'ARMANC PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK '

/kr/uploads/files/2021/08/22/200327_dsc_0024-large.webp

Endama rêveber a Komîteya Çand û Huner a Hesekê Efaf Heskî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide yekitiya gelên herêmê û ewlehiya herêmê têk bibe û got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa li hember êrişên dijmin ên ji destpêka şoreşê ve sekinîn, dê li hember tevahî êrişên dewleta Tirk jî bisekine.

 Efaf Heskî got: " Bi rêveberiya gelê me û fikirê û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em dê li hember tevahî êrişên li dijî herêmê  bisekinin û tu kes nikare vîna me bişkîne."

Efaf Heskî bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovahî yên cîhanî kir ku dev ji bêdengiya xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk berdin.

'BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN DÊ BIDOME HETA KU AZADIYÊ BI DEST BIXIN'

/kr/uploads/files/2021/08/22/200419_-.webp

Şêniya bi navê Fîdan Tofan a ji Helebê diyar kir ku ev ne cara yekem e ku dagirkeriya Tirk êzidî û destkeftiyên ku li Şengal bi dest xistine, dike hedef.

Fîdan destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dê bidome heta ku azadî û mafên xwe ji faşîzmayê bi dest dixin.

Fîdan Tofan di dawiya axaftina xwe de got: "Em amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Şengalê bikin heta ku êriş werin têbirin."

ARMANCA ÊRIŞAN QIRKIRINA KURDAN E''

/kr/uploads/files/2021/08/22/200404_-_1.webp

Şêniya bi navê Ewaş Mihemed diyar kir ku dijminên gelê Kurd bi taybet dewleta Tirk a faşist armanc dike ku kurdan tune bike.

Têkildarî bombebaranên balafirên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, Ewaş got: "Beriya çend rojan dewleta Tirk şêniyên Şengalê kir hedef. Ev kiryar cihê şermezariyê ye. Em piştgiriya berxwedana şêniyên Şengalê dikin."

JI BER XIYANETÊ, KOMKUJIYEK NÛ LI ŞENGALÊ''

/kr/uploads/files/2021/08/22/200437_-.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed îşaret pê kir ku sedema komkujiyên li Şengalê tên kirin xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye ya ku piştgiriya dewleta Tirk dike.

Mihemed  got: "Ya baş ew e ku PDK'ê di şikandina êrişên Tirkiyê û parastina civaka Êzidî ji komkujiyên din de piştgiriya birayên xwe yên Kurd bike."

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uYuMevwDfyA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>