'Gerîla ji bo Kurdistanê tê dikoşe, lê PDK?'

Rewşenbîran bertek nîşanî PDK'ê da ku piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker û got "Gerîla ji bo gelê Kurd û doza Kurdistanê tê dikoşe. Baş e PDK bi hevkariya bi dijmin re, xizmetê ji çi re dike?"

'Gerîla ji bo Kurdistanê tê dikoşe, lê PDK?'
23 tebax, 2021   01:55
QAMIŞLO

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û li hemû herêmên Kurdan li pey komkujiyan e. PDK desteka ji polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd didomîne.

Li hember helwesta PDK'ê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê got "PDK li şûna ku bibe xencera ku li sîngê birayê wê dikeve, divê destekê bide şerê birayê xwe yê li dijî dijmin"  û bang li PDK'ê kir ku were ser xeta têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd.

‘DESTEKÊ DIDE DIJMINÊ SEREKE YÊ GELÊ KURD’

/kr/uploads/files/2021/08/22/200010_hesima-ehmed.webp

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Hesîma Ehmed bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk a daîmî tunekirina Kurdan e û got: "Dewleta Tirk bi vê armancê hemû teknolojiya şer li dijî gerîla û Kurdan bi kar tîne. Mixabin PDK jî xizmetê ji vê armancê re dike. Dewleta Tirk ku dijminê qedîm ê gelê Kurd e, bi salan e polîtîkaya qirkirina Kurdan dimeşîne. Dema hûn li dijî vê polîtîkayê baldar û hişyar nebin, bi hêsanî bi cih tê. Ya ku îro pêk tê, zelal e."

Hesîma Ehmed da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker di şerê 37 salan ê li hemberî gerîla de encamek bi dest nexistiye û got: "Me salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li pey xwe hişt. Ev 37 sal e ku guleya yekem bi fermandariya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) hatiye avêtin. Ev 37 sal e dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî Kurdan de têk çûye, lê kapasîteya wê heye ku hêzeke Kurd deyne pêşiya xwe û li dijî Kurdan şer bike. Mixabinî ye ku ev hêz bi dijmin re hevkariyê dike. Ev yek ne li gorî têkoşîna gelê Kurd e."

'JI ŞAŞIYA XWE VEGERIN'

Hesîme Ehmed îşaret pê kir ku yên bi dijmin re hevkariyê dikin dê li pêşberî dîrokê hesab bidin û ev bang li PDK'ê kir: "Em wek gelê Kurd li dijî hevkarî û piştgiriya bi dijmin re ne ku dixwaze me tune bike. Divê em li dijî planên dijmin hişyar bin. Yên ku destek dane komkujiya Kurdan, dê wek lekeyeke reş di dîrokê de bên tomarkirin. Em bang li wan dikin ku ji vê rêya şaş vegerin."

/kr/uploads/files/2021/08/22/200030_horsek-barari-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Arşek Baravî jî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan hewl dide civakê bitepisîne û wiha axivî: "Dewleta Tirk herî dawî bi hikumeta AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan re ev rêbaz xist meriyetê. Îro hin derdorên PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.  Xizmeta ji dewleta Tirk re ji bo tunekirina gelê xwe, qelsî ye."

Baravî da xuyakirin ku PDK hewl dide desteka xwe ya ji bo dewleta Tirk binixumîne û destnîşan kir ku hemû pirsgirêk dê bi yekitiya Kurdan re çareser bibin û got: "PDK bêyî desteka ji bo dewleta Tirk dê bi bandorên neyînî re rû bi rû nemîne. Mesela deriyên sînor nayên girtin, ambargo çênabe. Ev hincet in û ji vê jî girîngtir yekitî ye. Dema ku dît em dibin yek, dê dijmin nekare bi hêsanî êriş bike."

 ‘NEBE XENCERA KU LI SÎNGÊ BIRAYÊ TE DIKEVE’

Arşek Baravî ev pirs kir "PDK bi dijmin re çawa hevkariyê dike, dibe sedema qetilkirina birayên xwe yên Kurd?" û wiha pê de çû: "Gerîla hêza fedaî ya Kurdistanê ye. Ew têkoşerên vî welatî ne. Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava… doza gelê Kurd ji bo Kurdistanê dewam dike. Heke doza gerîla doza Kurdistanê be, ya PDK'ê çi ye? PDK li şûna ku bi destê dijminê xwe xencerê li sîngê birayê xwe bixe, divê destekê bide şerê birayê xwe yê li dijî dijmin."

Arşek Baravî wiha dawî li gotinên xwe anî: "Nakokiya di navbera Kurdan de parçeyek ji planên qirêjî yên dewleta Tirk e û ev plan îro bi bikaranîna qelsiyên di nava Kurdan de tê meşandin. Em vê yekê şermezar dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bmdYlfPfMac" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>