ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2021
22 tebax, 2021   23:00

-Şêniyên gundewarê başûrê Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo bang li ciwanan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tev li QSD’ê bibin û gotin: "Tirkiye bi çekên NATO’yê êrişî me dike, em ê jî bi vîn û baweriya xwe li ber xwe didin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Zirgan û Til Temirê şermezar kirin û gotin, armanc ji van êrişan têkbirina projeya demokratîk û ewlehiya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Zelîxe Ebdî got: "Dewleta Tirk dijminê her kevin û herî mezin ê gelê Sûriyê ye û wê tu carî nebe dosta gelê Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî weşanê testê ku 18'ê Gulanê dest pê kiribû, radyoya Dicle li ser pêla 89.7 bi zimanê hemû pêkhateyan dest bi weşanê asayî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Rewşenbîran bertek nîşanî PDK'ê da ku piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker û got "Gerîla ji bo gelê Kurd û doza Kurdistanê tê dikoşe. Baş e PDK bi hevkariya bi dijmin re, xizmetê ji çi re dike?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeya Giştî ya Avê li ser xeta kişandina ava Firatê ya ji Mergeda heta Erîşeye 5 bîran li herêma başûrê Hesekê dikole. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA