​​​​​​​Şêniyên Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê bang li ciwanan kirin

Şêniyên Qamişlo bang li ciwanan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tev li QSD’ê bibin û gotin: "Tirkiye bi çekên NATO’yê êrişî me dike, em ê jî bi vîn û baweriya xwe li ber xwe didin."

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê bang li ciwanan kirin
22 tebax, 2021   23:38
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar kiriye. Şêniyên Qamişlo got, ku armanc ji van êrişan qirkirina gelên herêmê ye û divê gel li hember van êrişan bisekine.

‛DIVÊ EM LI DORA HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ BIN’

/kr/uploads/files/2021/08/22/200628_-.webp

Îsam Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a xwedî zihniyeta toranî bi bihaneya ku ewlehiya wê di xeteriyê de ye dixwaze serweriya xwe fireh bike û got, divê gelên herêmê li hember vê zihniyetê tedbîrên xwe yên parastina herêmê bigirin û destkeftiyên bi saya bi hezaran şehîd pêk hatine biparêzin.

Îbrahîm destnîşan kir ku divê gel li dora hêza xwe ya leşkerî kom bibe û tev lê bibe û derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna azadiya xwe ji dest nede û wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet û ajanên xwe hewl dide vîna gelên herêmê têk bibe."

Îbrahîm bang li tevahî ciwanan kir ku tev li QSD’ê bibin û li hemberî êrişan tê bikoşin.

‛DIVÊ CIWAN BI RIHÊ ŞOREŞGERÎ TEV LI HÊZÊN LEŞKERÎ BIBIN’

/kr/uploads/files/2021/08/22/200645_-.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Nûr jî anî ziman ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di raydeya yekemîn de qirkirina gelê Kurd e û got, divê gelê Kurd hişyar be û li hember êrişan yekitiya xwe ava bike.

Nûr bang li dewletên garantor kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û wiha domand: "Me tu carî êrişî wan nekiriye û tu gule ber bi Tirkiyê ve neavêtiye. Em hewl didin rêveberiya xwe bi pêş bixin da ku xwe bigihînin Sûriyeke nenavendî."

Mihemed Nûr bang li hemû ciwan kir ku bi rihê şoreşgerî tev li hêzên leşkerî bibin.

‛DEWLETA TIRK BI ÇEKÊ NATO’YÊ ÊRIŞÎ ME DIKE, EM Ê BI VÎN Û BAWERIYA XWE LI BER XWE BIDIN’

/kr/uploads/files/2021/08/22/200611_-.webp

Li aliyekî din jî Selah Umer anî ziman ku dagirkeriya Tirk ji herêmên Şehbayê bigire heta bi Til Temir, Şengal û Başûrê Kurdistanê topbaran dike û ev tişt got: "Êrişa Tirk a bi vê hovîtiyê nîşaneya lawaziya wê ye. Divê Kurd, Ereb û Suryan li hember van êrişan hevgirtî bin."

Umer diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên bi piştgiriya NATO û Amerîkayê nikare wan bitirsîne û vîna wan têk bibe û wiha pê de çû: "Çima NY’yê çav li ser van êrişan digire? Dewleta Tirk zarok, jin, nexweşxane, dibistan û gundên şênî tê de hene dike armanc."

Umer îşaret pê kir ku gelê Kurd rêxistinkirî ye û li hember êrişan bê deng namîne û got: "Lê ev yek têrê nake, divê gel 24 saetan li hember êrişan tê bikoşe."

Selah Umer bang li ciwanan kir ku tev li hêzên leşkerî bibin da ku rêxistinbûyîna leşkerî xurttir bibe û wiha dawî li gotina xwa anî: "Dewleta Tirk a faşîst bi teknolojiya herî pêşketî û çekê NATO’yê êrişî me dike. Em jî bi vîn û baweriya xwe li ber xwe didin. Ji ber ku parastina xala herî girîng e û rêxistinî jî bingeha xweparastinê ye. Em amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1vdx-53A2ZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>