Meclisa Heres El-Xabûr: Dewleta Tirk li Til Temirê komkujiyên DAIŞ`ê dubare dike

Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî: “Dewleta Tirk li dijî Til Temirê û gundewarên wê êrişên qirkirinê pêk tîne û dixwaze komkujiyên ku DAIŞ`ê di sala 2015`an de li dijî gelê Asûrî pêk anîne, dubare bike.”

Meclisa Heres El-Xabûr: Dewleta Tirk li Til Temirê komkujiyên DAIŞ`ê dubare dike
22 tebax, 2021   12:58
HESEKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî pêngaveke nû bûne. Li beramberî vê yekê jî hêzên garantor ên li herêmê, bêdeng in. Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê Şehba û heta naçeya Til Temir û Zirganê zêde kir û bi rêya balafirên keşfê herêmên cuda bombebaran dike.

Têkildarî mijarê, Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî ku hêzên girêdayî dewleta Tirk di pêkanîna armancên xwe de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têxin bin serweriya xwe têk çûn, dewleta Tirk qonaxeke nû ya êrişan da destpêkirin.

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî pêkhateyên herêmê her wiha topbarana rojane li ser herêmên cuda, hedefgirtina navenda têkiliyên leşerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û êrişên hovane ku di demên dawî de pêk hatine, di encama wê de gelek şehîd çêbûn û sivîl ji malên xwe koçber bûn. Tişta ku li herêmên Til Temir û Xabûrê rû dide qirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve ku dixwaze komkujiyên ku DAIŞ`ê di sala 2015`an de pêk aniye, dubare bike.

Divê civaka navneteweyî der barê bûyerên ku li herêmê rû didin, bêdeng nemîne.

Em hêzên Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî teqez dikin ku emê parastina gelê xwe û tevahî herêmê ji terora DAIŞ`ê bikin. Me çawa berxwedaneiyeke dîrokî li dijî DAIŞ`ê meşand, em ê li hember êrişên dewleta Tirk jî bisekinin. Em destûr nadin tu dagirkeran ku nêzî xaka ma ya pîroz bibe. Xaka me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan û em wê tu carî bernadin.

Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin ku emê şopdarên rêya wan bin."

(bx)

ANHA