Riyad Derar: Hedefgirtina birîndarên şer sûcekî şer e

Riyad Derar daxuyand ku hedefgirtina birîndarên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, sûcekî şer e.

Riyad Derar: Hedefgirtina birîndarên şer sûcekî şer e
22 tebax, 2021   12:45
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Îro di saet 12:00`an de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker erebeyek li pêşiya mala birîndarên şer li Qamişloyê hedef girt.

Dewleta Tirk a dagirker beriya vê jî erebeya fermandarê YPG`ê Rênas Roj û navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, bombebaran kir.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar daxuyand ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê sebeb û bê dawî ne.

Riyad Derar destnîşan kir ku êrişa li diî mala birîndaran a li Qamişloyê pêk hatî, sûcekî şer e û teqez kir ku wekî MSD`ê ew ê ji bo şermezarkirina van sûcan daxuyaniyekê amade bikin û bang li civaka naventeweyî û dewletên garantor wekî Rûsya û Amerîka bikin ku van sûcan şermezar bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G5mtNVYwaW0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>