'Dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî sûcdarê şer e'

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê  nerazîbûn nîşanî êrişa dewlet Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneyeke li Şengalê da û got: "Dewleta Tirk komkujiyên DAIŞ'ê temam dike."

'Dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî sûcdarê şer e'
22 tebax, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê  têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, heger saziyên navneteweyî ew dewletên ku hevpeymanên girêdayî sûcên şer qebûl kirine nexwazin bibin şîrikê vê hovîtiyê divê yekser gavên pêwîst bavêjin.

Berfireheiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker rojane sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Tenê di heftiya dawî de dewleta Tirk li Şengalê nexweşxaneyek ku dihat bikaranîn bombebaran kir. Dewleta Tirk îro jî li Qamişlo êriş bir ser cihên birîndarên şer ên ku li dijî DAIŞ'ê şer kiribûn. Li Şengal û Rojava navendên bajêr hatin bombebaran kirin û bi dehan kes hatin qetilkirin.

Bi taybetî em dikarin bêjin ku bombebarankirina nexweşxaneya ku xizmetî gelê Şengalê dikir ne tenê sûcekî şer e. Ev şermeke wisa ye ku wîjdanê mirovahiyê jî birîndar kir. Bi tu awayî nayê qebulkirin li ser cîhekî ku zarok, kal û pîr  lê têdawî dibînin êriş bê kirin. Dîsa  li wî cihî keç û xortên Şengalê yên ku li dijî DAIŞ a hov şer kiribûn û birîndar bibûn tedawî didîtin. Ev rewş bi tu awayî divê neyê qebûlkirin.

Li gorî huquqa navneteweyî û hevpeymanên navneteweyî êrişên li dijî nexweşxaneyan bi awayekî aşkere hatiye qedexekirin. Li gorî Hevpeymana Lahey, Dadgeha Ceza a Navneteweyî, Hevpeymana Cînêvê û li gorî Protokola Neteweyên Yekbûyî bombebarankirina navendên bajêr û nexweşxane di nav sûcên herî girandane. Dewleta Tirk ne tenê di wîjdanê gel de li gorî hiquqa navneteweyî jî sûcdarê şer e.

Divê herkes bizanibe çeteyên DAIŞ'ê yên hov xwestin gelê Şengalê ji binî de qir bikin lê nekarîn. Niha dewleta Tirk dixwaze ew  komkujiya ku DAIŞ destpêkir temam bike. 

Ger saziyên navneteweyî ew dewletên ku hevpeymanên girêdayî sûcên şer qebûl kirine nexwazin bibin şîrikê vê hovîtiyê divê yekser gavên pêwîst bavêjin. Di vê çarçoveyê de li dijî Tirkiyê divê sezayên îdarî, siyasî, aborî bên pêşxistin. Divê xweseriya Şengal û Rojava bê qebûlkirin. Divê herêmên Şengal û Rojava weke ‘herêmên dijî firînê’ werin îlankirin. Ger ev gav neyên avêtin tê we wate yê ku sazî û dezgehên navneteweyî şirîkatiya êrişên dewleta Tirk dikin.  

Em wekî Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê  bang li mirovên xwedî wîjdan û rûmet dikin da ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.  Em ê hesab ji dewleta Tirk a ku qetlîamê DAIŞ didomîne bixwazin. Em ê ji dewleta Tirk a ku nexweşxaneyan û navendên bajaran bombebaran dike hesab bixwazin. Ji bo vê  emê li ser hemû platformên medya dijîtal di nava liv û tevgerêdebin.

Li dijî dewleta Tirk a ku sûcên şer li dijî mirovahiyê dike bêdeng nemînin!"

ANHA