YJA Starê li Metînayê li dijî dagirkeran çalakî kir

Gerîlayên YJA Starê li qada Girê Kato ya herêma Metînayê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin.

YJA Starê li Metînayê li dijî dagirkeran çalakî kir
22 tebax, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

21’ê Tebaxê saet di 17:00 de li qada Girê Katoyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin. Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker dema dawî li herêma Metînayê, obus û hawanan li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne, bi taybetî dema ku xelkê sivîl li herêmê ne vê yekê dike.

Li herêmên Avaşîn û Zapê;

21’ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan.

21’ê Tebaxê tunelên şer ê li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

21’ê Tebaxê saet di navbera 00:30-01:30’î de tunelên şer ên li qada Werxelê 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.

21’ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Zapê qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

22’ê Tebaxê saet di navbera 03:00-03:30’î de li herêma Zapê qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.”