Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin

Bi hezaran welatiyan li kantona Hesekê cenazeyên fermandar û şervanên YPG, YPJ û QSD`ê yên di êrişa dagirkeriya Tirk li ser Til Temirê de û yên dema erka xwe ya leşkerî pêk tanîn şehîd bûbûn, oxir kirin.

Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
Li Hesekê bi hezaran welatiyan 5 şehîd oxir kirin
22 tebax, 2021   12:36
HESEKÊ

Îro bi hezeran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma şehîd Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat), Selahedîn Şihabî (Rênas Roj), Elî El-Xerze (Rûbar Hesekê), Seyfullah Ehmed (Seyfullah) û Peywan Remedan (Egîd Girkê Legê) bûn yên di êrişên hewayî yên topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn. Her wiha nasnameya Hozan Umer (Ariş Cizîrê), Farûq Mihemed (Yehiya Çiya) û Mihemed Seîd Esed (Goran) dema erka xwe ya leşkerî pêk tanîn li cih û demên cuda şehîd bûbûn, hatin eşkerekirin.

Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, şêx, rûspiyên eşîreyên herêma Cizîrê, şandeyên deste, saziyên sivîl, partiyên siyasî, fermandarên QSD, YPJ, YPG`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi toraneke  leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arzî Hesen wiha axivî: "Şehîdan bi saya berxwedana mezin karibûn gelên herêmê biparêzin û ji bo pêkanîna azadiyê canê xwe feda kirin."

 

Arzî Hesen wiha domand: "Em gelê xwe ji êrişên li ser herêmê diparêzin.  Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar dixwaze. projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe."

Arzî Hesen di axaftina xwe de peyamek ji dewleta Tirk re şand û wiha anî ziman: "Bil dagirker baş zanibin ku her çiqasî êrişên xwe li ser herêmên me zêde bike dê îradeya me neşkîne. Lê belê îsrara berxwedanê di me de zêde dike. Em tu carî serî natewînin. Em ê heta dilopa xwe ya dawî li ber xwe bidin. Em ê li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Divê gelê me bi me re bisekine da ku em li hember xeta îxanetê bisekinin."

Arzî Hesen di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya gelan, da.

Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yûnis destnîşan kir êrişên dewleta Tirk li ser herêmê berdewamiya qirkirina gelan û têkbirina projeya demokratîk e.

Yûnis got, dewleta Tirk û çeteyên wê li pêşiya  çavên civaka navneteweyî  êrişên xwe li ser herêmê didomîne.

Yûnis bang li hêzên garantor ên li herêmê kir (Rûsya û Amerîka) ku erka xwe li hember êrişên li ser herêmê, pêk bînin.

Her wiha serokê Meclisa Qebîleya El-Cibûr a Herêma Cizîrê Fewaz El-Zobei jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermzar kir û got: "Em binpêkirinên ku li dijî gelê me têne kirin, qebûl nakin. Me herêmê xwe ji mezintirîn rêxistinên terorîst di cîhanê de (DAIŞ) rizgar kirin. "

Paşê dayika şehîd Rênas Roj, Emîne Mihemed bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû. Dayika Emîne sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û ev tişt got: "Hêviya min ku em şopdarên rêya şehîdan bin. Divê her kes parastina şoreşê bike. Ji ber ew xwediyê Kurdistanê ne."

Piştê wê wesîqetê şehîdan ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Rûbar Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate oxirkirin. Cenazeyê şehîd Rênas û Egîd dê li bajarê Dêrikê werin oxirkirin, cenazeyê şehîd Seyfullah dê li navçeya Til Temir were oxirkirin û şehîd Sosin Bîrhat dê li herêma Şehbayê were oxirkirin.

)bx)

ANHA