Li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê hat girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk bi operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, çeteyekî DAIŞ`ê girt.

Li rojhilatê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê hat girtin
22 tebax, 2021   10:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî belav kirine:“Yekîneyên Taybet ên QSD`ê endamê şaneyeke DAIŞ`ê girt, ku çeteyên DAIŞ`ê bi qaçaxî derbas dikirin, pere kom dikirin, çek û cebilxane ji şaneyan re peyda dikirin da ku bê îstiqrara herêmê têk bibin û sivîlan û hêzên ewlehiyê û leşkerî hedef bigirin.”

QSD`ê daxuyand ku operasyona ewlehiyê li bajarokê Cideydê Igêdat ê rojhilatê Dêrazorê hatiye lidarxistin û Koalîsyona Navneteweyî destekdayîna hewayî daye operasyonê. Di operasyonê de her wiha çek û alavên bi çeteyê hatî girtin re, hatin desteserkirin.

(cx)

ANHA