Li Qamişlo û Reqayê bi hezaran welatiyan êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û Reqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dagirkeran, şermezar kirin.             

Li Qamişlo û Reqayê bi hezaran welatiyan êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
22 tebax, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

PYD`ê û Kongreya Star, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş lidar xistin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yNlqu6XJXUE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi hezaran ji pêkhateyên bajarê Qamişlo li kolana Mûnîr Hebîb kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şengalê, şehîdên komkujiya nexweşxaneyê û pankartên "Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina îradeya Êzidîyane" hatin hildan.

Di meşê de berxwedana şervanên QSD`ê li dijî artêşa Tirk hatin berzkirin.

Meş ber bi Komseriya NY`yê ya li taxa Siyahî ve dewam kir û li wir veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê PYD`ê yê bajarê Qamişlo Mesûd Daûd wiha axivî: "Em di pêvajoyeke nû de dijîn. Saet bi saet guhertinên dîrokî û girêdayî çarenûsa me, hene. Dibe ku di rojên pêş de em serkeftinan misoger bikin û dibe ku rojên zehmet bin û em derbasî şer bibin. Ji ber wê jî divê em amade bin."

Daûd wiha domand: "Kî rewabûnê dide êrişên dewleta Tirk. Mane Amerîka û Rûsya ne?. Ma nabînin ku dewleta Tirk çi dike. Çima bêdeng in. Bêdegniya wan hevkariya qirkirina gelê me ye."

LI REQAYÊ XWEPÊŞANDANEK GIRSEYÎ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2LJQ3tPEUv4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê bi sedan şêniyên başûrê Reqayê, endamên Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl li çerxerêya El-Cewheriya ya herêma El-Kesra kom bûn.

Meş ji çerxerêya El-Cewheriya dest pê kir. Di meşê de berxwedana Şengal, Eyn Îsa û banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Mihemed Zixîr wiha axivî: "Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî şêniyên Serêkaniyê, Zirgan û herêmên din têne kirin, şermezar dikin."

'TIŞTÊ KU DAIŞ`Ê NIKARÎ TEMAM BIKIRA, DEWLETA TIRK TEMAM DIKE'

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li gundewarê başûrê Reqayê, endama rêveberiya saziyê Xilûd El-Remedan wiha axivî: “Em destdirêjî û dijminahiya dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Şengalê ku bi wê yekê qanûnên navneteweyî binpê dike, şermezar dikin.”

Bi navê Ciwanên Şoreşger ên Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan, endama yekitiyê Delal Mihemed daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de êriş û binpêkirinên barbarî yên li dijî şêniyên Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî wan êrişan, hate şemezarkirin. Her wiha soza piştgirîdayîna şêniyên Şengalê li dijî dewleta Tirk a faşîst hate dubarekirin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û topbarana bêserûber li dijî navçeya Eyn Îsa, Til Temir yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, bi dawî bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di du hefteyên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê û dagirkeriyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirine. Li hemberî êrişan civata navneteweyî bêdengiya xwe diparêze, ku gelên herêmê wê bêdengiyê wekî hevkariya bi dewleta Tirk re dihesibînin.

(bx-cx)

ANHA