​​​​​​​Li Dihokê di êrişa dagirkeriya Tirk de 2 welatî hatin qetilkirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Batûfa yê Başûrê Kurdistanê wesayîtek sivîlan bombebaran kir, di encamê de 2 welatî hatin qetilkirin.

​​​​​​​Li Dihokê di êrişa dagirkeriya Tirk de 2 welatî hatin qetilkirin
22 tebax, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker wesayîtek sivîlan li gundê Bankê ya ser bi Batûfa ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed Şakir (40) û Yûsif Umer (26) ku xelkê Mûsilê bûn, jiyana xwe ji dest da.