​​​​​​​Şehîd Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Seîd Hesen li Stockholê hatin bibîranîn

Duh li komeleya kurdî ya li paytexta Siwêd Stockholmê fermandar Rênas Roj, Fermandara YPJ`ê Sosin Bîrhat ku 19`ê Tebaxê li Til Temirê şehîd bûn, her wiha fermandar û pêşengê civaka êzidî Seîd Hesen ê 16`ê Tebaxê li Şengalê şehdî bû, hatin bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Seîd Hesen li Stockholê hatin bibîranîn
22 tebax, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê şehîd Rênas Roj, Selahedîn Şehabî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî tev li merasima bîranînê bû. Di merasimê de  siyasetmedarê kurd Senanîk Onen axaftinek kir. Onen got: ”Îro her çar dewletên dagirker, herçendî ku di nava xwe pirsgirêk û krîzên mezin yên demokrasî, aborî û jiyanî dijîn jî, lê dema mijar dibe kurd, biryara wan a ji bo kuştin, binpêkirina mafên mirovan û her cûre hovîtiya li ser kurdan dibin yek. Îro ya ku pêşengtiya wan hovîtî û xwînxwariyan dike jî, dewleta faşîst û dagirker dewleta Tirk e.”

Di merasima bîranînê de her wiha peyama ku dayîka du şehîdan, fermandar Şehîd Rênas û şehîd Rêbaz bi dîmenî ji bo civata bîranînê rêkiribû, hate nîşandan û di pey re sînevîzyona li ser jiyan û tekoşîna fermandarê ji rojhilatê kurdistanê şehîd Rênas Roj hate nîşandan. 

Birayê du şehîdan Saman Şehabî sersaxî ji rêhevalên şehîd Rênas Roj, hevalên wî yên di çeperan de û ji tevayî gelê kurd re xwest û got: ”Fermandar Rênas nek tenê birayê min, heval û mamosteyê min jî bû. Ew li rex xemxwariya gel li her çar hêlên kurdistanê, mirova pir hestiyar û xwedî kesayete pir dilnizim, zane û di zanebûna erka xwe de bû. Her du birayên min jî xwedî kesayetiyek pêşeng bûn, bi taybet fermandar şehîd Rênas Roj ji ber ku li her çar hêlên kurdistanê tekoşîn kir, ewî bi xebata xwe ew sînorên li ser axa me bêwate kir. Li her çar hêlên welatê me xwe xistibû dilê her kurdeke dilsoz de. Ew dilsoz û dildarê gelê xwe bû.”

Merasima bîranînê bi dirûşmeyên ”Şehîd Namirin, bijî Berxwedana Gerîlla, bijî SEROK APO”, qediya.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gEn0E-DOHbI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>